BI DÎMEN

Gel ji bo Onder diçin nexweşxaneyê

Gelek kes ji bo Sirri Sureyya Onder ê ku jiyana xwe ji dest da hatin nexweşxaneyê. Sersaxî wê li Navenda Çandê ya Nazim Hîkmet bên qebûlkirin.

 

Endamê Şandeya Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Serokwekîlê Meclisê Sirri Sureyya Onder li nexweşxaneya ku lê dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da.

Gelek kes hatin Nexweşxaneya Florence Ningtingale ya ku Onder lê ye.

Nexweşxane ji mêvanan tijî bû. Alîkarê Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Nûrî Aslan, Serokê Partiya Gelecekê Ahmet Davûtoglû, Cîgirê Serokomar Cevdet Yilmaz, Waliyê Stenbolê Davût Gul, Hevserokê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan, parlamenterên DEM Partiyê û gelek kesên din ber bi nexweşxaneyê ve herikîn.

Li ber nexweşxaneyê kemek qelebalix kom bû. Sersaxî wê saet di 19:00 de li Navenda Çandê ya Nazim Hîkmet a Şîşliyêbê qebûlkirin.