Ber bi sînor ve sewqiyate mezin a tank û wesayîtên zirxî
Ji yekîneyên Enqere û Çankiriyê ber bi navçeya Silopiya ya Şirnexê ve gelek tank û wesayîtên zirxî hatin şandin.
Ji yekîneyên Enqere û Çankiriyê ber bi navçeya Silopiya ya Şirnexê ve gelek tank û wesayîtên zirxî hatin şandin.
Di çarçoveya amadekariyên operasyonê de ku rayedarên dewleta Tirk tînin ziman, ji yekîneyên Enqere û Çankiriyê ber bi navçeya Silopiya ya Şirnexê gelek tank û wesayîtên zirxî hatin veguhestin.
Ji Enqereyê, 28’emîn Fermandariya Tûgaya Piyadeyan a Mekanîze, tank û tank hilgir hatin şandin, ji Çankiriyê jî wesayîtên bi teker û maşîneyên kar ber bi xeta sînor hatin şandin.
Piştî vê sewqiyatê jî Wezîrê Parastinê yê Tirk Fîkrî Işik got, “Divê em ji bo her tiştî amade bin.”
Işik têkîldarî vê sewqiyatê wiha axivî; “Li herêma me bûyerên girîng diqewimin. Ji milekî ve têkoşînek me ya girîng li dijî terorê heye, ji milê din jî li rexê din ê welêt bûyerên mezin hene. Ev amadekariya ji bo van tevahiyan e. Pêwîst e Tirkiye li dijî her cure îhtîmalê ji destpêkê ve amade be, ev jî parçeyek ji van amadekariyan e.”