Kurdistaniyên li paytexta Fransayê Parîsê, li bajarê Sîdney ê Awûstralyayê û li bajarê Hannoverê ê Elmanyayê dijîn, li dijî AKP/Qesrê çalakiyên protestoyî lidar xistin û xebatên dîplomasiyê meşandin.
PARÎS
Li banliyoya Vîllîers Le Belê ya bajarê Parîsê yê Fransayê bi çalakiyekê AKP/Qesr hatin protestokirin. Kurdistaniyên li pêşiya stasyona trenê li hev civiyan, bi wêneyên Reberê Gele Kurd Abdullah Ocalan û alên PKK’ê dest bi meşê kirin. Di çalakiyê de Hevserokê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd Mehmet Sûbaşi axivî û got: "Li dijî faşîzma AKP’ê wê berxwedanê her mezintir bibe. Ji ber girtina vîna wan siyasî wê Kurdistanê hesab ji dewleta Tirk bixwaze."
SÎDNEY
Li bajarê Sîdney ê Awûstralyayê, bi pêşengiya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) û KNK'ê li dijî AKP/Qesrê xebatên dîplomasiyê tên meşandin.
Heyeta Kurdistaniyan, bi parlamentera Partiya Karker Mîchelle Rowland re derbarê girtina saziyên çapemeniyê û girtina siyasetmedarên Kurd de hevdîtin kirin. Di heyetê de reveberê NCDK'ê Kenan Bîrcan, Beste Tungandame û Nûnerê KNK'ê yê Sîdneyê Îsmet Taştan cih girtin.
Der barê mijarê de dosyayek radestî parlamenter Rowland hat kirin. Rowland jî got, "Ev êrîşek li dijî demokrasiyê ye. Em ê her tim bişopînin. Ti carî girtina saziyen çapemeniyê nayên qebûlkirin. Em ê dosyaya wê bidin cihên eleqedar."
HANNOVER
Li bajarê Hannoverê ê Elmanyayê bi pêşengiya Ciwanên Azad çalakî hat lidarxistin.
Ciwanên Kurd, li dijî pirozbahiya ji bo avakirin Tirkiyeyê li pêşiya Şaredariya Hannoverê çalakiya protestoyê lidarxistin.
Ciwanan bi dirûşmeyan û pankartan li dijî faşîzma AKP/Qesrê nerazîbûn nîşan dan û pîrozbahî protesto kirin. Di çalakiyê de dirûşmên "Bijî Serok Apo" û "Wê Kurdistan bibe gora Faşîzmê" hatin qîrîn.
Her wiha îro saet di 17.00 de wê li Qada Kropckeyê bi munasebeta salvegera 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê pîrozbahiyek bê lidarxistin.