Li Dersimê 3 kes hatin girtin
Sê kesên ku duh li Pêrtagê hatibûn binçavkirin, bi tawanbariya ”alîkariya rêxistinê kirine" hatin girtin.
Sê kesên ku duh li Pêrtagê hatibûn binçavkirin, bi tawanbariya ”alîkariya rêxistinê kirine" hatin girtin.
Polîsên Tirk duh li navçeya Pêrtag a Dersimê bi ser malan de girtinbûn û kesên bi navê BK, ND û OT binçav kiribûn. Kesên hatibûn binçavkirin piştyî karê wan li qereqola polîsan qediya sewqî Dadgeha Tunceliyê hatin kirin.
Piştî îfadeyên li dozgeriyê, bi tawanbariya "alîkariya rêxistinê kirine" bi daxwaza girtinê şandin Dadgeha Cezayê Aştîyê ya Nobedar.
Dadger ji ber heman sedemê biryar girtina BK, ND, û OT da.