Li Kişlayayê mirina leşkerê bi goman
Li navçeya Xûlaman a Xerpatê Adem Karaçop (20) ku bi ser serjimêriya Qersê ku bi neçarî leşkerî dikir, hat îdîakirin ku bi çeka xwe xwe kuştiye.
Li navçeya Xûlaman a Xerpatê Adem Karaçop (20) ku bi ser serjimêriya Qersê ku bi neçarî leşkerî dikir, hat îdîakirin ku bi çeka xwe xwe kuştiye.
Ji ber neçariya leşkeriya zorê ya di bin sêwana TSK’ê de her ku diçe “Întixar” leşkerî zêde dibin. Adem Karaçop ê bi ser serjimrêiya Qersê ku bi neçarî li Fermandariya Jendermeyan a navçeya Xûlaman a Xerpêtê leşkerî dikir, hate îdîakirin ku bi çeka xwe xwe kuştiye.
Adem Karaçop ê ku bi giranî birîndar bibû, piştî mudaxeleya lezgîn a li Nexweşxaneya Dewletê ya Xûlamanê û şûn de bi helîkopterê rakirina Nexweşxaneya Zanîngeha Firatê, lê nehat rizgarkirin û mir.
Têkildarî bûyerê hate diyarkirin ku lêpirsîn hatiye destpêkirin.