Nûnertên partiyên siyasî yên Awûstûryayê ku ji bo Civîna Parlamenterên NATO’yê (NATOPA) li Tirkiyeyê kom bibûn, xwestin ku li ber Girtîgeha Sergirtî ya Sîlîvriyê ku bi armanca wekîlên HDP’ê yên girtî çibûn, daxuyaniya çapemeniyê bidin. Lê, jendermeyên Tirk parlamenterên Awûstûryayî asteng kirin.
Heyet a ku ji qadê hat dûrxistin, li gel koma televîsyonê ya dewletê ORF’ê û Parlamenterê HDP’ê yê Amedê Ziya Pîr li otorêya li ber girtîgehê daxuyaniya çapemeniyê dan.
Parlamenterên heyetê ku xwestibûn serdana Selahattîn Demîrtaş ê li Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê girtiye bikin û ji hêla Wezareta Edaletê hatibûn astengkirin, destnîşan kirin ku Tirkiye ya di rêveberiya Erdogan de ji demokrasiyê dûr ketiye û ber bi dîktatoriyê ve diçe.
PÎLZ: ÊDÎ TIRKIYE NE EW WELAT E KU MIROV WERÊ!
Parlamenterê Partiya Keskan Peter Pîlz wiha axivî; “Ev mirov ji ber fikrên xwe hepsî ne. Ji ber tenê aştî xwestin hepsî ne. Ji ber fikrên xwe gotin hatine girtin. Lê belê diviyabû ku berevajî biba, karên parlamenteran ew e ku fikrên xwe dibêjin. Em sepanînên keyfî protesto dikin. Tirkiye êdî ne ew welatê ku hûn werinê. Bêyî ku hûn balê bikşînin ser rewşa girtiyên siyasî hûn nikarin werin vî welatî.”
LOPATKA: EM Ê DENGÊ XWE BIGIHÎNIN EWROPAYÊ JÎ
Parlamenterê Partiya OVP Reinhold Lopatka jî got heta rawestandina muzakereyên YE jî divê li dijî dewleta Tirk dankirin bikevin meriyetê û got; “Ev Sîlîvrî ye û wir jî Stenbol e, lê tehemul nakin ku em bi telefonên xwe wêneyekî jî bikşînin. Piştî ji vir veqetiyan, em ê raporên xwe binivîsin. Televîzyona dewletê ya Awûstûryayê jî li vir e, em ê dengê xwe bigihînin Ewropayê jî.”
FUCHS: DIVÊ DANKIRIN HEBIN
Ji Partiya FPO Hubert Fuchs jî ragihand ku ji bo Tirkiyeyê li parlamentoya Awûstûryayê xebatên taybet dikin, ji bo dankirin bikevin meriyetê jî wê raporan amade bikin. Fuchs wiha axivî; “Me rolek pêşeng lîst, hêvîdar im ku parlamenterên din ên Ewropayî jî wê me mînak bigrin.”