TRT’ê, dema li NATOPA’yê wekîlê HDP’î axivî weşan qut kir

Wezîrê Dadê Bekîr Bozdag di Civîna Parlamenterên NATO’yê (NATOPA) de girtina wekîlên HDP’î û bi qeyûman dagirkirina şaredariyan parast. Dema Wekîlê HDP’î Ziya Pîr ji Bozdag re got “hûn derewan dikin”, TRT’ê weşana zindî qut kir.

Wezîrê Dadê Bekîr Bozdag li Meclîsa Tirkiyeyê, di 62. Desteya Giştî ya Civîna Parlamenteran a NATO’yê de hewl da pirsan bibersivîne.

Wezîrê Dadê Bekîr Bozdag ê ku di Civîna Parlamenterên NATO’yê (NATOPA) de girtina wekîlên HDP’î û bi qeyûman dagirkirina şaredariyan parast.

Piştî Bozdag, Wekîlê HDP’ê Ziya Pîr axivî, ji Wezîrê Tirk Bozdag re got, “Hûn derewan dikin, rastiyan nabêjin.” Pîr ragihand ku tevî hemû lêkolînan jî mifetîşên AKP’ê îdîayek mîna “pere ji PKK’ê re tên şandin” piştrast nekirine.

Pîr wiha got; “Ne ji bo min ne meqamê min ne jî ji bo parêzerê min ti teblîgat nehatiye kirin û li mala min ez binçav kirim. Eger hûn îspat bikin ku teblîgat hatî kirin, ez ê roja Duşemê îstîfa bikim. Eger hûn nikaribin îspat bikin, herî kêm lêborînê bixwazin.”

Dema axaftina Pîr, TRT’ê weşana zindî rawestand.