’Mikurhatinên sîxûrekî’
Rojnameya Yenî Ozgur Polîtîka xebatên sîxurî yên Tirkiyê yên li Ewropayê radixe ber çavan.
Rojnameya Yenî Ozgur Polîtîka xebatên sîxurî yên Tirkiyê yên li Ewropayê radixe ber çavan.
Rojnameya Yenî Ozgur Polîtîka xwe gihande ciwanekî Kurd ê bi navê E. A ku li Fransayê dijî. Mikurhatinên sîxurê bi navê E. A xebatên sîxuriyê yên Tirkiyê yên li ser ciwanên Kurd, yên li Ewropayê radixe ber çavan.
DI BIN ÇAV DE
E. A yê ku sala 1993’an li Rihayê ji dayik bûye ji malbateke welatparêz e û apê wî jî di nav de ji malbata wan 5 kes di refên Têkoşîna Azadiya Kurd de şehîd bûne. E. A bi xwe jî ji sala 2010’an ve di nav xebatên polîtîk de cih digire, li Dîlokê tevlî nav xebatên ciwanan a Partiya Aştî û Demokrasiyê dibe. Sibata 2011’an bi ser mala wan de tê girtin, binçavkirin, dibine Şûbeya Dijterorê ya Dîlokê û E. A piştî vê dibêje, di raspirsîna pêşî de ew neaxivye piştre ew birine odeyeke tarî li ser wî û malbata wî gef lê xwarine, piştî demekê nema li ber xwe daye û navê 6 hevalê xwe daye. Kazezek pê dane îmzekirin ku tê de nivisiye ew û 6 hevalên xwe endamên rêxistinê ne.
E.A piştî ku derdixînin pêş dozgeriyê her tiştî red bike jî tê girtin û wî dibine Girtîgeha Tîpa H a Dîlokê lê ne li nav girtiyên PKK’yî lê li cem ‘’bêaliyan’’ dimîne.
E.A diyar dike ku di maweyê de ew pir poşman bûye ku li ser hevalê xwe daye û bi rojan gotiye,’’Li hundir ez pir bi ser xwe de çûm, min got, ‘’çima ez radest bûm, çima min li ber xwe neda’’ û bersiva vê jî wiha dide xwe :’’Li dijî polîtîkayên dijmin pratîka şaş û vîna qesl..Piştre jî ez tam nebûm partîyiyek. Heke ez bibûma partiyiyek min ê ev tişt nekira.’’
ÇÛNA EWROPA
E.A piştî 3 mehan serbest tê berdan û vedigere dibistana lîseyê kul ê dixwend lê ji bo ku carekê ‘’hêvî dabû’’ polîsan, polîsa bela xwe jê venakin û jê dixwazin ku ew bibe sîxurê wan, lê E. A dibêje wî vê carê qebûl nekiriye.
E.A ku di vê demê de dest bi zanîngehê dike, piştî ku mixaletiyê wî jî ji dosyaya KCK’ê tê girtin biryar dide ku derkeve Ewropayê, diçe Fransayê û li Fransa piştî demekê li komeleya Kurd dest bi xebatên siyasî dike. Tam di wan rojan de Îstîxbarata Tirk bi E.A re têkiliyê datîne û E.A wiha dibêje ku ev têkilî çawa dest pê dike:
‘’Demeke kin mabû ku Turnuvaya Bibîranîna Şehîdên Gulanê’’ dest pê bike. Li ser Facebook’ê kesekî bi navê Murad-paşnavê wî nebû- peyameke ji min re şand ku gef li mi dixwar. Fotografê wî yê profîlê rozêta polîsan bû, cihê ku lê dima Dîlok dinivîsî. Di peyamên wî de agahiyên min ên şexsî hebûn. Di peyamê de digot, ‘’Em ê malbata te bikujin; em birayê te, xwîşka te baş nas dikin; em te baş nas dikin, tu li Everey’ê dijî. Ez gelekî tirsiyam û ez nefikirîm ku dikarim çi bikim. Ji min pirsî bê ka Parîsê kî bi rê ve dibe. Ji ciwanan kî berpirsyar e? Wêne ji min xwestin. Pêşî min qebûl nekir lê dema ku cihê ku malbata min dijî bi adrêsa vekirî da ez tirsiyam û li vîna xwe xwedî derneketim. Min qebûl kir. Ji min re got, ku tu vê bikî wê tiştek bi malbata wî neyê. Di Turnuvaya Bîranîna Şehîdê Gulanê de min wêne girtin û nav jî danê.
Piştre ji min xwest ku ez wan bişînim Konsolosxaneya Parîsê ya Tirkiyê jî. Şanî min kir bê ka ez ê çawa bişînim. Min jî wêne hem ji wî hem jî ji konsolosxaneyê re şandin. Piştre agahiyên hesabên min ji min xwestin û min jî şandin. Min jê re got, min ne ji bo pereyan lê ji bo gefan agahî danê. Ji min re got, ‘’gef hêdî hêdî radibe’’ Hinek pere hatin ser hesabên min ku nizanim ji kû hatibû. 380 Euro. Carê min ji postanxaneyên cuda hesabê xwe kontrol dikir.’’
E.A dibêje piştî vê, ji ber sedemên şexsî ji Fransayê diçe Elmanya, Mannheîmê, kesê bi navê Murat, sîxurê Tirk dîsa xwe digihîniyê û navê xebatkarên komeleya Mannheîmê jê dixwaze û ew jî jê re dişîne. Piştre ji vir jî diçe Berlînê, li vir jî diçe komeleyê lê dibêje li Berlînê wî agahî û wêneyên xebatkarên vir nedaye.
Sîxûrê Îstîxbarata Tirk kesê bi navê ‘’Mûrat’’ beriya ku Festîvala Çandê ya Kurd a Kolnê jî xwe digihîne E.A. E.A dibêje wan deman dîsa ez bi ser xwe de çûm û tiştên bi serê wî hatine bi nameyekê dinivîsin. Di nameyê de dibêje:
‘’Ez nebûm layiqî nirxan,şehîdan, Rêbertî, welat, malbat û yanî çi tiştên xweş hebûn ez nebûm layiqê wan(…) Ez ê li dijî xwe şer bikim, min hay ji îxanetbûna xwe heye.’’