Şaxa Komaleya Rojava ya Enqereyê jî hat mohrkirin
Di çarçoveya biryara Wezareta Karên Hundir de deriyê Şaxa Komaleya Rojava ya Enqereyê hat mohrkirin.
Di çarçoveya biryara Wezareta Karên Hundir de deriyê Şaxa Komaleya Rojava ya Enqereyê hat mohrkirin.
Di çarçoveya biryara Wezareta Karên Hundir de ku hefteya bihurî ji bo 3 mehan xwestibû xebatên 370 komaleyan bê rawestandin, mohrkirina komaleyan dewam dike. Şaxa Komaleya Rojava ya Enqereyê ku li gelek bajaran kampanya alîkariya gel dimeşîne, îşev hat mohrkirin. Tîmên Tirk ên Walîtiya Enqereyê û polîsan hatin komaleyê û mohr li derî dan.