Di daxuyaniya SNJ’ê de ku yek ji sendîkayên navdar a Fransa ye, bang hat kirin ku li dijî polîtîkayên bêdengkirin û tinekirinê yên ku dewleta Tirk li dijî dezgehên çapemeniyê û rojnamevanan xistiye meriyetê liv û tevger pêk were.
Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku piştî rojnamevanê Fransî Olivier Bertrand bi awayekî keyfî 3 rojan binçavkirî mabû hatibû berdan, bal hat kişandin ku êrîşên berfireh li ser çapemeniyê hene.
Di daxuyaniyê de ku bi îmzeya Sekreterê Giştî yê Sendîkaya Rojnamevanên Neteweyî (SNJ) Vîncent Lanîer hat weşandin, hat ragihandin ku piştî 15’ê Tîrmehê 148 rojnamevan hatine girtin û wiha hat gotin; “Pirrengî di talokeyê de ye, dezgehên medyayê hatine bêdengkirin û azadiya îfadeyê hatiye binpêkirin.”
Hat diyarkirin ku rejîma Erdogan di bin navê ‘têkoşîna bi terorê re’ Tirkiye ji bo rojnamevanên cîhanê kiriye girtîgehenk mezin, hat derbirin ku bi biryarnameyan 200 dezgehên medyayê hatine girtin, nêzî 3 hezar rojnamevan ji kar hatine kirin û bi sedan jî ji kartên xwe yên çapemeniyê bûne.
Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku gelek rojnamevan jî neçar mane birevin Ewropayê, hat destnîşankirin ku gelek sendîkayên ku endamên Federasyona Rojnamevanên Navneteweyî (FIJ) ne, bang li Serokkomarê Fransayê François Hollanda kirine ku ‘ji bo Enqereyê bikeve nav liv ûtevgerê.’
Her wiha di daxuyaniyê de agahî hat dayîn ku FIJ a ku li 140 welatî 600 hezar endamê wê hene, bi armanca destekdayina rojnamegerên Kurd û Tirk kampanyak daye destpêkirin, hedef ew e ku 10 hezar îmze bêne komkirin û heta niha jî 7 hezar îmze hatine berhevkirin.
Herî dawî hat destnîşankirin ku SNJ a ku wê 2018’an 100’emîn salvegera damezirandina xwe pîroz bike, ji bo serxwebûna medyayê, pirrengiya fikrînê û rêgezên etîk ên pîşeyî wê têkoşîna xwe bidomîne.
Kampanya ku ji hêla FIJ (bi Îngîlîzî IFJ) a endamê SNJ’ê ji ser vê lînkê dikare bê şopandin:
https://www.labourstartcampaigns.net/show_campaign.cgi?c=3207