HDP’ê ji bo mîtînga ‘Em ê teslîm nebin’ banga tevlîbûnê kir

Rêxistina HDP’ê ya Bajarê Stenbolê ji bo mîtînga ku wê 20’ê Mijdarê bi şîara ‘Em ê teslîm nebin’ bê lidarxistin banga tevlîbûnê kir.

Rêxistina HDP’ê ya Bajarê Stenbolê ji bo mîtînga ku wê 20’ê Mijdarê saet 14.00’an li Qada Kartalê bi şîara ‘Em ê teslîm nebin’ bê lidarxistin banga tevlîbûnê kir. Di daxuyaniyê de ku li Avahiya HDP’ê ya Bajarê Stenbolê hat dayîn,  Hevserokê HDP’a Bajêr Dogan Erbaş got li dijî feraseta rêveberiyê ya yekperest, nîjadperest, navendîparêz, despotîk, ji bo xwedîderketina îradeya gel her kes werin Kartalê.

YILMAZ: EM BANG LI TEVAHÎ JIN Û CIWANAN DIKIN

Endama Desteya Rêveber a HDK’ê Nûran Yilmaz jî bal kişand ku AKP’ê tecawizê rewa dike û got; Em bang li jin, ciwan û tevahî kesên tên wirdekirin dikin, li dijî darbeyan em bang li tevahî gelan dikin ku werin Kartalê.”

MIHÇI: DIVÊ YÊN DEST DANE SIYASETA DEMOKRATÎK BIBIN YEK

Endamê Desteya Rêveber a Navendî ya HDP’ê Mûrad Mihçi jî îfade kir ku darbeya li dijî HDP’ê esas li dijî demokrasî, aştî û tevahî gelan hatî kirin. Mihçi girîngiya mîtînga 20’ê Mijdarê destnîşan kir û got; “Em tevahî kesên ku dest dane siyaseta demokratîk, dil danê dawet dikin. Em bang li gelên xwe dikin ku werin em bi hev re govendê bigerînin.”