‘Dosyaya dozê’ ya pirtûka qedexe gihaşt ber xwendekarê xwe
Dosyaya doza pirtûkên ‘’Rewşa Jinê ya Çiyayî’’ û ‘’Rewşa Şoreşê ya Rojava” ku biryara berhevkirina wan hatibû dayin, gihaşt ber destê xwendekaran.
Dosyaya doza pirtûkên ‘’Rewşa Jinê ya Çiyayî’’ û ‘’Rewşa Şoreşê ya Rojava” ku biryara berhevkirina wan hatibû dayin, gihaşt ber destê xwendekaran.
Pirtûkên ‘’Rewşa Jinê ya Çiyayî’’ û ‘’Rewşa Şoreşê ya Rojava ku derheqê berhevkirina wan hatibû dayin, weke ‘’dosyaya dozê’’ çap bûn.
Pirtûkên ‘’Dosyaya Dozê: Rewşa Jinê ya Çiyayî’’, ‘’Dosyaya Dozê: Rewşa Şoreşê ya Rojava’’ ku Weşanên Ceylan gihaşt ber xwendevanan, îdîanameyên dozê yên der heqê Demîr û parastina Demîr a ku kirî û pirtûkên ku bûne mijara dozê, di pirtûkan de cih digirin.
Weşanên Ceylan di pêşgotina pirtûkê de diyar kir bi qasî sansûrê têkoşîna dijî sanûrê jî ji mêj ve ye û ti hêz wê nikaribe bibe asteng ku pirtûk bigihije ber destê xwendekar. Nîsana bihurî têkildarî van du pirtûkan biryara qedexekirinê hatibû dayin, piştre li ser Arzû Demîr ku nûçegihana ETHA û ANF’ê bû, bi hinceta ‘’propagandaya rêxistinê’’ û ‘’pesinandina sûc û sûcdar’, ‘’handana sûc’’ doz lê hatibûn vekirin.
Di Dadgeha Ciza Giran a 13. a Stenbolê de, ji ber pirtûka ‘’Rewşa Jinê ya Çiyayî’’ li ser Demîr bi îdîaya ku ‘propagandaya rêxistinê kiriye’’ cizayê hepsê hate xwestin.
Tê payin ku 19’ê Çile biryarek li ser dozê were dayin.
Di doza ‘’Rewşa Şoreşê ya Rojava’’ de jî ku heman rojê wê were dîtin, dozger wê ya raya xwe bibêje.
Nûçegihan Demîr di parastina xwe de, diyar kiribû ku wê ji bo agahdarbûna gel hewcetiyên nûçegihaniyê pêk aniye û di parastina doza ‘’Rewşa Jinê ya Çiyayî’’ de gotibû, ‘’Demokrasî beriya her tiştî mafê zanînê ye. Ya ku dewlet bi navê ‘’têkoşîna dij terorê’’ pê re şer dike, rêxistinek jî be, heqê mirovên vî welatî, min, malbata min, te, her kesî heye hîn bibe bê ka ez jin û mêr kî ne. Min hewcetiyên vê pirtûkê weke nûçegihanekê bi cih anîn.’’
Di doza ‘’Rewşa Şoreşê ya Rojava’’ de jî, got, ‘’Rewşa Şoreşê ya Jinê were qedexekirin jî, nivîskarê wê, ez, werim cizakirin jî, hemû bûyerên ku min gotin rast in, wê rastbûna xwe bidomînin. Ti hêz, ti desthilatdariya siyasî nikare vê biguherîne. Rastî, hatiye jiyîn û di xêva civakî de cihê xwe standiye. Tam weke demekê ku li van erdan pêvajoya çareseriyê hatibe jiyîn. Tiştên ku em li ser dijîn çi dibe bila bibe, em çi êşên giran bijîn jî, ti kesek wê nikaribe wê kêfxweşî û kelecaniya dema ku em nêzî aştiyê dibûn, em dijiyan, bi me bide jibîrkirin’’