Salona xirabûyî tê tamîrkirin!

Salona Dawetê ya Can Dost a aîdî Mala Cem a Yamanlarê, ku piştî destwerdana polîsên Tirk beşek wê hilweşiyabû, ji hêla komek Elewiyan dîsa tê tamîrkirin.

Ekbînên şaredariyê yên ku beşek Salona Dawetê ya Can Dost a aîdî Mala Cem a Yamanlarê hilweşandin û polîsên ku êrîşî neraziyan kirin, ji ber avahiyê veqetiyan. Piştre, Elewiyan ku li hev civiyan, dest bi tamîrkirina beşên xirabûyî yên salonê kirin. Elewiyan ji derve malzemeyên înşaatê anîn û dirûşmeyên ‘Mala Cem a gel e, gel wê bi ser bikeve” berz dikin.

Li gel vê, dema ku polîsan dest li komê werdida, guleya plastîk li çavê jina bi navê Kemaliye Taşdemîr a ku li şaneşîna xwe rûniştîbû ket. Taşdemîr bi alîkarikariya kesên derdorê çû nexweşxaneyê.

Parlamenterê HDP’ê yê Îzmîrê Muslum Dogan ku ji ser tevna civakî nerazîbûn nîşan da jî got; “Ev encama wê zihniyetê ye ku bi çavê depoya dengên hilbijartinê li Elewiyan dinêre. Wê gelê me vê êrîşa li dijî Mala Cemê ji bîr neke.”