Ferho: Erdogan berpirsê êrîşa li Brukselê ye

Serokê Enstîtuya Kurd a Brukselê Ferho têkîldarî êrîşa faşîstên Tirk a li dijî Enstîtuyê axivî, diyar kir ku berpirsê êrîşê Erdogan e, banga wezîfeyê li rayedarên Ewropî kir.

Faşîstên Tirk pêr êvarî êrîşî Enstîtuya Kurd a li Brukselê ku li semta Saînt-Josse ya li paytexta Belçîka Brukselê ji sala 1978’an û vir ve xebatên zanyarî û çandî dimeşîne kirin. Koma ku bi alên Tirkan û konvoya wesayîtan hatin ber enstituyê, xwestin bi molotofan agir berdin avahiyê.  Komê heta demekê wesayîtên xwe li cadeya ku enstîtu lê ye park kirin, bi alên Tirkan ve dirûşmeyên nîjadperest berz kir, ji cihê bûyerê veqetiyan.

‘ENCAMA DAXUYANIYÊN ÊRÎŞKAR ÊN ERDOGAN E’

Serokê Enstîtuya Kurd Derwêş Ferho got ev cara 4’emîn e ku êrîşî enstîtuyê tê kirin û ev daxuyanî da:

“Êrîşa yeke sala 1998’an çêbû. Wê demê enstîtuya me bi temamî hat şewitandin. Di heman demê de li dijî komaleyên Kurd, Asûrî, Suryanî jî êrîş çêbûn. Li dijî kargehên Kurd û Ermeniyan jî êrîşên heman pêk hatin. Salên 1999, 2001, 2002’yan jî êrîşên hevşib çêbûn. Êrîşa herî dawî jî pêr êvarî bi molotofan pêk hat. Çanda van a hov û wehş didome. Lê mixabin, heta niha jî polîsên Belçîkî ti fail negirtine.”

Ferho diyar kir ku li pişt van êrîşan Serokkomarê Tirk Erdogan heye û wiha pê de çû; “Em wî berpirs digrin. Piştî daxuyaniyên wê yên êrîşkar ên li dijî Kurdan ev êrîş li dijî enstîtuya me pêk hatiye. Ji ber ku bandora axaftina Erdogan a tijî gef li ser van heye.”

Serokê Komaleyê Derwêş Ferho bang wezîfeyê li polîsên Belçîkî kir.