Têkîldarî girtina Hevserok û Parlamenterên HDP’ê, bi qeyûman desteserkirina şaredariyên Kurd û girtina bi sedan saziyên Kurdan, Rêveberiya PEN-Kurdê ji ANF’ê re axivî.
Endamê Desteya Rêveberiya PEN-Kurdê Kakshar Oremar bal kişand ku ev hewldana desthilatdariya AKP’ê darbeyek siyasî ye û wiha dewam kir; “Girtina parlamenterên Kurd û bi qeyûman desteserkirina şaredariyan destpêka pêvajoyek nû ya siyasî ye. Dîktator carîna bi çalakiyên xwe bin ezanî be jî ji bo gelê xwedî maf lê hatiye înkarkirin, hatî pelçiqandin dibin xêr. Erdogan bi van hewldanên xwe yên antîdemokratîk, yekgirtina gelê Kurd û hêzbûna wê, hem jî rewabûna dîrokî ya pirsgirêka Kurd ji bo tevahî cîhanê ragihand. Ev tevgerandina Erdogan a derveyî qanûnan gotina Kurdan a ‘Dema ecelê bizinê tê, diçe nanê şivên dixwe’ tîne bîra mirov.”
‘TIRKIYE, NIHA ELMANYAYA HÎTLER A SALA 1937’AN E’
Oremar îfade kir ku rewşa niha ya Tirkiyeyê ne dûrî Elmanyaya Hîtler a sala 1937’an e û Erdogan jî bi nexweşiya Hîtler ketiye, wiha dewam kir; “Eger kesek di santranca siyasetê de cahil û nezan be, ew tenê dikare wek Erdogan bibe.”
‘ERDOGAN PÊŞIYA XWE NABÎNE, BÊÇARE YE’
Oremar anî ziman ku desthilatdariya heyî bi rengê demokrat xwe nîşanî cîhanê dide û got; “Ji milekî din jî şer li dijî parçeyên Kurdistanê îlan dike. Dûrbîna Erdogan nîne û dibe ku ji bîr kirie, kesên ku xizmeta sîstemek faşîst dîktatoryal dikin, bi kuştin û hilweşînê tenê dawiyê li xwe tînin. Ev zeîftî jî di analîzan de gelek caran hatiye îspatkirin. Her carê hewl dide xwe bi rengekî nîşan bide. Bi vî şêwazî jî digihêje dawiya armanc û berjewendiyên xwe.”
Oremar bal kişand ser du qutbên dijber ên demokrasî û antî-demokrasiyê û got; “Ji milekî ‘zimanê exlaqî’ yê mîna Selahattîn Demîrtaş ku karaktera wî ya dîplomasiyê rûniştiye, li milê din jî karakterek wek Erodgan berevajî. Ev lîderana yek demokrasî, yê din jî berevahî antîdemokrasiyê nîşanî me didin. Yek jê tevahî hemû bêderfetiyan jî bi awayekî rewa dengê bi mîlyonan kesî girtiye, yê din jî xwe spartiye ser tevahî derfetan, bi lîstok û hîleyan qedera miletekî davêje talokeyê.
Erdogan dîktatorekî kor û hedê xwe derbas kiriye. Pere û hêzê çav lê kor kiriye, êdî nahêle rastiyan bibîne. Zimanê exlaqê ji bîr kiriye û wek dîna nakeve ferqa nexweşiya xwe. Lê, rastiyeke ku kesên aklê selîm halê feryad û fîganê dibînin. Êdî divê hin derkevin û ji Erdogan re bibêjin ku nexweş e û tenê nûnerek e, ev nûnertî jî sînorên xwe hene, divê hedê xwe bizane û êdî bi qedera xwe ewqasî nelîze.”
‘DAWIYA DÎKTATORAN HUSRAN E’
Oremar bal kişand ku bê çawa dawî li dîktatoran tê û got, “Erdogan ji qederên reş ên dîktatorên li Rojhilata Navîn encam negirtiye. Ew bi israr hewl dide vebêje ku bi xwe hêzek li ser qanûnan e û bi vê boneyê jî difikire ku dikare tevahî daxwazên xwe yên derveyî qanûnan pêk bîne. Divê neyê jibîrkirin ev nêzîkatî ji sedî sed dewlet û desthilatdariyan tine dike.”
‘KURD WÊ PARÇE NEBIN, BEREVAJÎ HÊ XURTTIR BIBIN YEK’
Oremar bi lêv kir ku êdî gelê Kurd û têkoşîna azadiyê xwedî ezmûn in û vê hêza xwe jî nîşanî cîhanê dane, wiha dewamî da axaftina xwe; “Îro gelê Kurd hêza xwe û samimîbûna xwe ya aştî, demokrasiyê bi şerê xwe yê DAÎŞ’ê nîşanî tevahî cîhanê daye. Kurd wê bi vê sekin û hêza xwe tevahî berjewendiyên faşîst ên Tirkiyeyê rawestîne. Wê terora dewletê li Kurdistanê têk biçe. Herêmên ku di dîrokê de hatine parçekirin wê bibin yek. Berxwedana Kobanê tabloya DAÎŞ’ê bi erdê re kir yek û bi vê re jî bi sedan belge derketin ku Tirkiye destekê dide DAÎŞ’ê.”
Oremar destnîşan kir ku tevî hemû tiştî jî bi hêvî ye û wiha dawî li axaftinê anî; “Bi van gotin û fikrên min divê bê diyarkirin ku ez gelekî bi hêvî me. Girtina siyasetmedar û parlamenterên Kurd, bi qeyûman desteserkirina şaredariyan, girtina saziyan wê zerarek mezin bigihîne Tirkiyeyê û ev jî wê di têkoşîna mafdar a gelê Kurd de bîne nuqteyek dîrokî.”