Wê sibehê li Stenbolê mîtînga ‘Em ê teslîm nebin’ bê lidarxistin

Li Stenbolê wê sibehê kedkar berê xwe bidin Kartalê û peyama “Em ê teslîm nebin” bidin desthilatdariya AKP/Qesrê.

Sibehê gelek sazî li Kartalê mîtîngekê li dar dixin.

Di mîtîngê de ku wê Partiya Gelan a Demokratîk û Tevgera Hezîranê ya Yekbûyî bi gelek saziyan re li dar bixe, wê Rêxistina Stenbolê ya CHP’ê, Yekîtiya Tabîbên Tirk, Konfederasyona Sendîkaya Karkerên Şoreşger, Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Gelemperî û Halkevlerî jî amade bibin.

Di mîtîngê de ku wê saet 14.00’an dest pê bike, wê Hîlmî Yarayici, Mazlûm Çîmen û Erdal Guney derkevin dikê.

Ji bo tevlîbûna mîtîngê daxuyanî hat dayîn, ji kesên ku dibêjin “em ê teslîm nebin” re banga “divê em bibin yek” tê kirin.