Ji bo Şamoyev li Moskowê bîranîn
Ji bo Serokê Yekîtiya Saziyên Sosyal ên Kurd û Endamê KNK’ê Şamoyev li Moskowê aktîvîteya bîranînê hat lidarxistin.
Ji bo Serokê Yekîtiya Saziyên Sosyal ên Kurd û Endamê KNK’ê Şamoyev li Moskowê aktîvîteya bîranînê hat lidarxistin.
Ji bo Serokê Yekîtiya Saziyên Sosyal ên Kurd a Navneteweyî û yek ji endamên destpêkê yê KNK’ê Merab Şamoyev ku 15’ê Cotmehê ji ber nexweşiya pençeşêrê li paytexta Rûsya Moskowê jiyana xwe ji dest da, li Mala Kurda (Avahiya Otonomî ya Kurd) aktîvîteyek bîranînê hat lidarxistin. Piştî rêzgirtina deqeyekê, malbat û hevalên Şamoyev axivîn.
PATIYEV: EM XWEBATÊN XWE BIGIHÎNIN EW ASTA KU WÎ XEYAL DIKIR
Hevserokê Çanda Kurd û Otonomiya Federal a Neteweyî Ferhat Patiyev ku demek dirêj e li sehaya Rûsyayê bi Şamoyev re xebatên dîplomasiyê dimeşîne, ev gotin;
“Hevalê me Merab ji sala 1994’an a ku Tevgera Azadiya Kurd nas kir û vir ve li qada Rûsya bi awayekî çalak di xebatên dîplomasiyê de cih girt. Di salên dawî de bi endamtiya KNK’ê xebatên xwe berfireh kir û ji bo dîplomasiya Kurd bi pê bikeve bûye xwedî kedekê. Tevahî hevalên me yên li vir ji bo xebatên hevalê me Merab bigihêje asta ku wî dixwest divê bi dil û can bixebitin. Hevalê me Merab, sala 1994’an çû Şamê û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dît, piştre bi îlham û desteka manewî ya jê girtî, zêdetirî 20 salan e di vê xebatê de bi awayekî çalak xebitî. Divê her yekî me hevalê Merab wek mînak ji bo xwe bigre û asta xebatan bigihînin ew asta ku wî xeyal dikir.”
‘BAVÊ MIN HEZKIRINA WELAT FÊRÎ ME KIR’
Li ser navê malbatê kur Gîorgî Şemoyev jî wiha axivî; “Her tim em bi bavê xwe serbilind bûn. Tevî ku em ewqasî ji welêt dûr in jî, bavê min hezkirina welêt û têkoşîna ji bo wê fêrî me kir. Bi saya wî em dizanin bê em kî ne û pê serbilind in.”