BI DÎMEN

Li dijî êrîşên qirkirina siyasî li Hannoverê çalakî

Li dijî êrîşên qirkirinê yên ku dewleta Tirk bi ser gelê Kurd de tîne, li bajarê Hannover ê Elmanyayê çalakiyek hat lidarxistin.

 

Di çalakiya nobetê de ku bi pêşengiya Koma Dostane ya Hannover û Amedê li dijî faşîzma AKP’ê pêk hat, nûnerên sendîkayan, partiyan, parlamenter amade bûn. Li vir axaftin hatin kirin û hat gotin ku divê siyasetmedarên Kurd derhal serbest bêne berdan û banga helwestê li hikûmeta Elman hat kirin.