Sibehê li Mulhous wê çalakiyeke navendî were lidarxistin

Li bajarê Mulhous a herêma Alsace ya Fransayê ji bo şermezarkirina polîtîkayên qirkirina siyasî ya ku AKP’ê li dijî gelê Kurd dimeşîne, wê sibehê mîtîngek mezin were lidarxistin.

Di pêşengitya HDK-Ewropa yê û bi piştgiriya Platforma Demokratîk a Mulhous a ku gelek endam û komeleyên wê hene, ev çalakî  tê organîzekirin.

Çalakî wê di saet 13.00’an de li ber Place de la Boursêyê dest pê bike. Saziyên wekî Navenda Civaka Kurd a Demokratîk, Însiyatîfa Jinê ya Zîn û Partiyên Çep ên Fransî, tevgerên çep û şoreşger ên Tirkiyeyê, Komaleyên Elewiyan û demokrat wê tevlî çalakiyê bibin.

Ji bo mîtîngê tevlîbûna 2 hezar kesî tê hedefkirin, her wiha ji bo beşdariyê jî bangawazî hate kirin.