HDP: Li Şîrwanê hêrsa karê û AKP’ê qetil kir

HDP’ê têkîldarî qetlîama karkeran a li Şîrwana Sêrtê daxuyaniyek da, destnîşan kir ku feraseta aborî ya hêrsa karê û AKP’ê ev qetlîam bi yekdestî pêk anîne. HDP’ê xwest ku xebitandina taşeronan û bêgarantî derhal bê qedexekirin.

Cîgira Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Serpîl Kemalbay, têkîldarî cinayeta kar a li navçeya Şîrwan a Sêrtê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniya nivîskî de hat bibîrxistin ku 17’ê Mijdara 2016’an li gundê Maden ê navçeya Şîrwan a Sêrtê li madena mis a ku Cîner Grup Park Holdîng bi rê ve dibe ji ber polîtîkayên dijminê kedê yên AKP’ê û kontrolnekirinê û çavbirçîbûna şîrketa alîgir, ji ber hêrsa karê, 5 karker-kedkaran jiyana xwe ji dest daneû hê jî 11 karker di bin xirbeyan de ne.

Kemalbay ji bo kesên jiyana xwe ji dest dane sersaxî xwest, xwest ku lêgerîna li 11 karkeran jî derhal bê lezandin.

‘DI DEMA AKP’Ê DE 17 HEZAR KARKER HATIN QETILKIRIN’

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku sala 2016’an herî kêm 1600 karker û kedkar dema xebatê jiyana xwe ji dest dane, dema hikûmetên AKP’ê jî nêzî 17 hezar karker di cinayetên kar de jiyna xwe ji dest dane û hat derbirin ku feraseta aborî ya hêrsa karê û AKP’ê ev qetlîam bi yekdestî pêk anîne.

‘EGER LI ŞÛNA ŞAREDARIYÊ PATRON BIHATANA ŞOPANDIN…’

Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ku AKP’e ya ku bi awayekî bêhiqûqî û neheq qeyûm anî ser şaredariya Sêrtê, wek temaşeker li vê şîrketa bêûsul û bêkêr temaşe dike û wiha dewam kir; “Memûrên desthilatdariya Erdogan-AKP’ê yên belgeyên Şaredariya Sêrtê, ji nuqteyê heta bêhnokê, heta metreyên rêyên asfalt pîvan, dema dor tê patronên alîgir jî kontrol nakin. Desthilatdariya ku bi polîs, wesayîtên leşkerî û zirxî, tîmên taybet tê bi ser daxuyaniyên çapemeniyê yên gelê herêmê, bi xebatên lêgerînê re mijûl nabe. Ji ber yên di bin xirbeyan de mane Kurd in, karker, kedkar û feqîr in. Ango, ew însanên ku herî zêde desthilatdarî jê aciz in.”

 ‘ŞÎRKETA BI SABIQE’

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ev şîrketa alîgirê AKP’ê bi sabiqe ye û got; “ qetlîama karkeran a li gundê Maden ê navçeya Şîrwan a Sêrtê pêk hatî, careke din polîtîkayên AKP’ê yên ku xwezayê, çavkaniyên xwezayî û jiyanê dike meta daniye holê. Talana ekolojîk a li sehaya madena misê bi zorê veguhestina gundekî pêk hat, bi qetilkirina 5 mirovên me yên karker-kedkar bi encam bûye.”

‘DIVÊ XEBITANDINA TAŞERON Û BÊGARANTÎ BÊ QEDEXEKIRIN’

Serpîl Kemalbay a HDP’î di dawiya daxuyaniyê de îfade kir ku wê têkoşîna xwe ya alîgirê kedkaran bidomîne û daxwazên xwe wiha bi kurtahî anî ziman: “Ji bo astengkirina qetlîamên madenê divê derhal xebitandina taşeron û bêgarantî bê qedexekirin û maden ji hêla gelemperî bê xebitandin. Pêwîst e kontrola tenduristiya karkeran û ewlehiya kar bi tevlîbûna karker û sendîkayan jî bi awayekî cîdî bê meşandin, dankirinên hiqûqî û cezaî bên bikaranîn.”