Li Swîsreyê nîqaşên tundiyê û hevjiyana azad
Li bajarên Swîsreyê di panêlan de ji bo salvgera 25’ê Mijjdarê hatibûn dayin, mijarên zayendiya civakî, tundî û hevjiyana azad hatin nîqaşkirin.
Li bajarên Swîsreyê di panêlan de ji bo salvgera 25’ê Mijjdarê hatibûn dayin, mijarên zayendiya civakî, tundî û hevjiyana azad hatin nîqaşkirin.
Li Basel, Wînterthur û Lugano ya Swîsreyê, di nav çarçoweya Roja Têkoşîna Navnetewî ya li dijî Tundiya li ser Jinê ya 25’ê Mijdarê sê panêl hatin lidarxistin.
Di panêlan de, ji Tevgera Jin a Kurd û rêxistinên cihê yên jin jî amade bûn.
Di panêlan de, ‘’cihê tundiyê yê di jiyanê de û çi qasî gihaştine rastiya mêrê azad-jina azad’’ hatin nîqaşkirin. Hate diyarkirin ku di nav jiyana sosyal de hê jî gelek cureyên tundiyê hene, li gel tundiya fizikî ya pîskolojîk jî heye. Hate diyarkirin ku tundiya psîkolojîk têşeyê êrîşa îdeolojîk e ku çanda zilamsalariyê berz dike, zilamsalariyê dipesinîne, û ew qasî jî ji ber sedema jinbûnê jinan kêm dibîne, bi aqil û hîsên jinê li jinê dixe. Di nîqaşan de hate diyarkirin ku tundiya psîkolojîk tundiya hîsî, gotinî û sosyal di nav xwe de vedihewîne û hate gotin tinazpêkirin, sixêf, kêmkirin, bi ser de hilbûn û geflêxwarin ku ziyanê didin baweriya mirov a li xwwe, divê weke tundiya psîkolojîk werin binavkirin. Hate gotin ku di jiyana rojane de, li ser jin û zarokan, mêr bi piranî serî li tundiya psîkolojîk deixin û ev jî dibe sedem ku baweriya jinê ya bi xwe bişike, di zarokan de şikestinên karekterî çêbibin û hê zûwext bi xwe bawerî derbê bixwe.
TABÛ Û BANDORA KAPÎTALÎZMÊ
Dîsa li ser têgînên ‘şerm’’ û ‘’namûs’ê hate sekinandin ku pratîka van ji civakên girtî û mihefezakar de çi ne. Bal kişandin ser wê ku tundiya zayendî ji ber nêzîkatiya tabûyê nayê nîqaşkirin, bi giştî ser wê tê girtin û bi navê ‘’qada taybet’’ tundiya zayendî tê veşartin û hewl tê dayin ku were rewakirin. Hate diyarkirin ku hê jî di gihandina zarokên keç û kur de cihêkarî didome, zimanê ku ji bo zarokên keç û zarokên kur têne bikaranîn ne heman ziman e û zayendî di nav zimên de xwe hildiberîne û ev bûye weke şêwazeke jiyanê.
Di nîqaşan de hate gotin ku hişmendiya ku teşeyên têkiliyên kapîtalîst weke qadeke azadiyê dibîne, travmayên heyî kûrtir dike. Hate diyarkirin ku têşeyên têkiliyên kapîtalîst ku li ser çanda feodal hatiye fesilandin hişmendiyeke azadiyê ya çeperest kûr kiriye û divê azadiya rasteqîn di hişmendiyeke wiha de were dîtin ku seraqet têkoşînê dide û jiyanê weke qadeke şoreşê dibîne ku guherandina jiyanê daye ber xwe.
AKP DESTAVÊTINÊ DINIMÎNE
Di panêlan de hate gotin Tevgera Azadiya Kurd, ceribandina wê ya bêhempa a 40 salî qadên azad li ber civakê vekiriye û hişmendiya hevjiyana azad projeyeke wiha ye ku balê dikişîne ser wekheviya jin û mêrên azad. Hate diyarkirin ku armanca sereke ya Têkoşîna Azadiya Kurdistanê ew e ku civakeke azad biafirîne û AKP jî hişmendiya destavêtinê, rewakirina wê, astengkirina civaka azad dinimîne. Di panêlan de hate gotin her meh divê bernameyên bi vî rengî werin danîn û bihistyariya civakî divê were çêkirin.