Kurdistaniyan li dijî faşîzma AKP’ê li paytexta Elmanya Berlînê û Essen û Hambûrgê nimêja înê ya sivîl kirin. Piştî nimêjan, hat destnîşankirin ku olê Îslamê li dijî zilma zaliman fermana alîgirtiya bindestan dide.
ANF
NAVENDA NÛÇEYAN
şemî, 19 sermawezê 2016, 09:33
Li paytexta Elmanya Berlînê, bi organîzeya Civaka Îslamiya Kurdistan (CÎK) nimêja înê ya sivîl hat kirin. Di nimêjê de ku li ber Sefîrxaneya Tirk a li ber Tiergarten Str hat kirin, ji camiyên Kurdan Neukolln Mezopotamya û Weddîng Îbrahîm Xelîl tevlîbûn çêbûn.
Piştî nimêjê ya di bin barana zêde de, ji bo tevahî gelên tên înkarkirin û zilm li wan tê kirin dua hat kirin.
Melle Davûd Ozsemeh ê ku li pêşiya nimêjê bû, ragihand ku polîtîkayên AKP û Erdogan olê îstîsmar dikin, zerarek mezin didin ol û polîtîkayeke durû, berjewendîparêz e û got; Her kesên ku dibêjin ez ‘Misilman in’ û heta ‘ez însan im’ pêwîst li cem gelê Kurd li dijî zilma AKP’ê cihê xwe bigre. Ji ber ku olê me li dijî zilma zaliman fermana alîgirtiya bindestan dide.”
Dîsa li bajarên Essen û Hambûrgê yên Elmanyayê ji bo protestokirina êrîşên qirkirinê yên ku dewleta Tirk li Kurdistanê pêk tîne jî li ber sefaretxaneyên Tirk ji hêla Civaka Îslamiya Kurdistanê (CÎK) nimêja înê ya sivîl hat kirin.