Tevî ku di derbarê her 2 nivîskaran de ji benda 302’yê hatin berdan jî, hat diyarkirin ku di aliyê “Endamtiya rêxistinê” de wê rewşa wan a girtî dewam bike. Lê rewşa biryara dawî bi nivîskî negihiştiye ber destê parêzeran.
Piştî biryara rûniştina dadgehê û şûn de ji bo Alpay a ku 85 roj û Erdogan a ku 95 rojan hatibûn girtin pêşwazî bikin bi sedan xwendekar û rojnamevan dest bi çûyîna pêşiya Girtîgeha Jinan a Sergirtî ya Bakirkoyê.
Di çarçoveya doza ku wê 29’ê Kanûnê rûniştina yekem a ji aliyê 23. Dadgeha Ceza ya Giran a Stenbolê ve bê pêkanîn, di derbarê endama Desteya Şêwiriya Weşana Rojanmeyê Aslî Erdogan û Necmiye Alpay û Gerînendeyê Weşana Giştî ya Rojnameyê Zana Kaya û Midûrê Karê Nivîsê Înan Kizilkaya de bi îdaya “Yekîti û hevpariya dewletê xirakirin”, “Endambûna rêxistinê” û “Propagandakirina rêxistinê” dihat xwestin ku cezayê heta hetayê yê girtîgehê bê dayîn.
Ji parêzerên Rojnameya Ozgur Gundem Ozkan Kiliç diyar kir ku cara yekeme ku hevrûyê biryarekî wiha tên û wiha got: “Li holê tenê dosyayekî ya dozê heye. Nikarin tiştekî bi vî awayî bikin.”