RÊZENIVÎS II

AKP pêkhateyeke şerê taybet e

"AKP pêkhateyeke şerê taybet e...sedema ku AKP'ê heta niha li ser desthilatdariyê maye, rastiya meşandina şerê qirêj ê bi navendiya şerê taybet ê ku bi giştî li hemberî gelên Tirkiyeyê û bi taybetî jî li ser gelê kurd daye meşandin ve girêdayî ye."

Ev tespît beriya her tiştî ji bo ku em analîzeke hîn biheqîqet ji diyardeya me destgirtiye re pêş bixin, dê bibe alîkar. Di vê çarçoveyê de em dikarin vê bêjin; sedema ku AKP'ê heta niha li ser desthilatdariyê maye, rastiya meşandina şerê qirêj ê bi navendiya şerê taybet yê ku bi giştî li hemberî gelên Tirkiyê û bi taybetî jî li ser gelê kurd daye meşandin ve girêdayî ye. Nirxandina pêkhateya AKP’ê wek diyardeyekê li gorî rastiya zeman û mekan, xwe bi feraseta faşîzana ku heta sedsala 21’emîn ji hêla dîroka mirovahiyê ve weke mijareke şermê tê zanîn, guncaw dike û xwe bimaske dike dê xelet nebe. Dema ku faşîzma Dewleta Tirk, hem di peywendiya giştî ya dîrokî û bi taybetî jî li ser Kurdistanê, di rasteka dîrokî de were destgirtin, ê were dîtin ku politîkayên şerê taybet çawa bêperwa hatine meşandin.

Di ronahiya vê rastiyê de Rêber APO bi awayekî berfireh analîz dike ku di hemû qonaxên ji pêvajoya avabûna dewleta tirk û heta roja me ya îro, çi cûre rêbazên şerê taybet xistine dewrê, hem bi gelê Kurdistanê û hem jî bi rêya peywendîdar re parve kirine. Gotina ku fêmkirina dewleta tirk bi qiyaskirina bi dewletên din ve pêkan nîne, dewleta tirk di qonaxa damezrandinê de şerê taybet ê bi navendiya faşîzma spî ya tirk ve bi rê ve biriye, di vê qonaxê de, qirkirina fîzîkî hîn zêdetir li pêş e. Li gel hatina desthilatdariya îslama siyasî ya bi navendiya AKP’ê pêkhateyeke ku em dikarin weke faşîzma kesk bi nav bikin ketiye meriyetê. Di vê pêvajoyê de qirkirineke hîn kûr û ziravtir bingeh tê girtin. Li ser vî bingehî şerê taybet bi awayekî yekparetir, li ser esasên çandî, aborî, hişmendî, siyasi û hwd, hatiye meşandin. Lewre faşîzma AKP’ê karektera dewleta şerê taybet a ku di dîroka komartiyê de li gorî tinekirina çors ya kurdan şekil girtiye mîna ku qloç guh derbas kiribe, li pey xwe hiştiye. AKP'ê mîna rewşa herî birêxistinbûyî ya faşîzmên spî, reş, kesk û hemû şeklên faşîzmê ye û îro li Kurdistanê nûnertiya rejîma qirkirinê dike.

Eger em bala xwe bidinê bikaranîna têgînên dad û geşepêdanê ji aliyê rêveberiya AKP’ê ve ji bo ku xwe bide naskirin, bi serê xwe tê xwestin ku bi şaşkirina têgiha gel, hem ji xwe re piştgiriyê bi dest bixe û hem jî rûyê xwe yê rast bi perde bike. Politîkeyên ku AKP'ê ji dema derketina xwe heta niha meşandine nîşaneyên vekirî ya vê yekê ne, ango gava xwe ya yekem ji rêbazên şerê taybet re veqetandiye. 

Beriya niha faşîzma dewleta tirk ya spî (ya kemalîst), politîkeyên îmha û înkara çors li dijî kurdan dane meşandin. Bi pêşengtiya AKP’ê jî faşîzma dewleta tirk ya kesk (ev politîka ye) hîn bi rehend bûye û rewşeke hîn çawanîtir li xwe girtiye. Di belgeyên AKP’ê de wiha tê gotin: "Daxwaz û mafên demokratîk yên hemwelatiyên me û pirsgirêka terorê ji hev hatiye cudakirin, dawî li politîkayên red, înkar û asîmîlasyona li hemberî nasnameyên etnîkî hatiye kirin.’’ Eşkere ye ku hevokên wisa li guh xweş tên lê belê di esasê xwe de versiyona herî xirab a înkar û îmhayê ye. Ev rêbaz dişibe politikayên ku dewleta îranê esas digire ye. Li vir mijara ku dixwaze bisepîne, têgîna hemwelatiya ku berhemên hizra lîberal a klasîk e, hewl dide bi qutkirina ferd ji civaka wî, wiha bigire dest, ango Kurdan ne wekî civakekê an jî nasnameyeke çandî; mîna komeke takekesan dipejirîne. Ev jî  ji lîstoka peyvan û safseteyan pêvetir tiştek  nîn e, qaşo dipejirîne lê di cewher de bi aweyekî pir xirab înkar dike. Diyardeya ku wekî teror bi nav dike jî nasnameya Kurdê azad e. Lê kurdê ku dewlet dixwaze, ferdekî Kurd ê kole, noker ku ji berjewendiyên wî re berûvajî nekeve, xwedî îrade û hêza bertekê nebe (mîna parlementerên qaşo kurd yên AKP'ê yên wek Ğalip Ensarioğlu û hwd) dipejirîne. Civaka Kurd ya azad, ya ku bi xurtî nirxên xwe yên exlaqî dijî, ango civaka xwedî îradeyeke siyasî, civakî, çandî nas nake. AKP'ê li ser terorîzekirina têkoşîna rewa ya gelê Kurd polîtîkaya şerê taybet bi pêş dixe. AKP'ê li hemberî guhertinên hevsengî yên Cihanê û îradeya ku bi  têkoşîna tevgera azadiya Kurdistanê re derketiye pêş, zehmetiyên ku dijî, sewqî gotinên qaşo çareser kiriye. Li ser vî bingehî di 2009’an de bi hin gotinên bi navê gavên demokratîk û vekirinên Kurd bi pêş xistin, di esasê vê pêvajoyê de, faşîzma dewleta Tirk ya spî ku li hemberî tevgera azadiya Kurdistanê têkçûyîn jiyan dikir û li şûna komara yekem ku îflas kiriye, di pêşengiya AKP’ê de ji bo teşegirtina netew-dewleta tirk ya faşîzma kesk a nû wext kazanckirin bû. Bi vê ve di bin navê projeya vekirina demokratîk de vekirina qenala TRT 6, wanegehên(dersxane) kurdî, weşandina hinek rojname û çapemeniyan ji aliyekî ve ji bo rewakirina politîkayên înkarê ku bi rê ve dibir û şikandina berteka gel bû, ji aliyê din ve jî ji bo ku vê carê qirkirina çandî bi zimanê civakê bi xwe pêk bîne.

Ti dem bi qasî dema AKP’ê politîkayên xirabkirina civakê pêşneketiye. Tevî ku qaşo xwe weke tevgereke îslamî nîşan dide lê em dibînin li aliyekî bazirganiyê bi madeyên hişber dike, li aliyê din girîngiyê dide teşwîqkirina civakê bi madeyên hişber û fihûşê. Berfirehkirina vê rewşa ku berovajî perensîbên îslamê ne, ji aliyê AKP’ê bi xwe (polîsên wî) ve tê kirin. AKP'ê li Kurdistanê (bi taybetî li navçeyên Yenî Şehîr, Baxlar, Sûra Amedê, Cizîrê, Silopî, Gever û Batmanê) bi rêya şerê taybet civak û ciwanên wê bikişîne nav lîtava madeyên hişber û fihûşê, hewl dide ku bêçand û bênasname bike. Rehendê din ê vê pêkanînê, ew e ku takekesên civakê vediguherîne makîneya sûc û bi vî awayî zemînê destwerdana berdewam a li ser civakê çêdike û di nava nirxên çandî, exlaqî yê civakê de rizandinê bi pêş dixe. Ji xwe di mantiqê desthilatdaran de hertim li ser çêkirina sûc rewatî (meşrûiyet) tê pêşxistin.

Sibe: Terbiyekirina civakê bi çanda sedeqeyê û mêtandina baweriyê