KCDK-E: Em li dijî qedexeya li ser PKK'ê dadikevin qadan

KCDK-E li dijî qedexeya li ser PKK'ê banga çalakiyan kir. KCDK-E bang li Ewropa û Elmanyayê jî kir û got, "Divê PKK ji lîsteya terorê ya Yekîtiya Ewropayê bê derxistin û qedexeya li Elmanyayê ya li ser PKK'ê were rakirin."

Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E) da xuyakirin, ku ew ê li dijî qedexeya li ser PKK'ê dakevin qadan.

Di daxuyaniya nivîskî ya KCDK-E de hat gotin, "Di 26'ê Mijdara 1993'an de Elmanyayê bi biryareke siyasî, karên PKK'e qedexe kir. Piştre Yekîtiya Ewropayê PKK xist nava lîsteya rêxistinên terorê. Bi vê yekê re polîtîkayên zextê û komkujiya dewleta Tirk li Kurdan û demokratan dikir, veguherîn zilmê. Ev polîtîka hem Kurdan krîmînalîze dikin, hem jî desteka siyasî dide AKP'ê û çeteyên DAIŞ'ê. Ev yek li pêşiya çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd û demokratîkbûna Tirkiye û Rojhilata Navîn, asteng e."

Di dewama daxuyaniyê de hat ragihandin, gerîlayên PKK'ê, hêzên YPG û YPJ'ê yên li Şengal û Rojavayê Kurdistanê li dijî çeteyên DAIŞ'ê şer dikin, ne tenê ji bo Kurdan, di heman demê de ji bo tevahiya mirovahiyê serketinên mezin bi dest xistine. Hat destnîşankirin, ku piştî van destketiyan, li gelemperiya cîhanê sempatiyeke mezin ji bo PKK'ê afirî, gelek hêzan PKK weke hêza rizgarkirina mirovahiyê dîtin,xwestin ji lîsteya terorê ya Yekîtiya Ewropayê bê derxistin û qedexeya li Elmanyayê were rakirin.

'BÊDENGÎ CESARETÊ DIDE FAŞÎZMÊ'

KCDK-E da zanîn, ji ber bêdengiya cîhanê, hikûmeta AKP'ê li bajarên xwerêveberiyê yên Cizîr, Sûr, Gever, Gimgim, Farqîn, Nisêbîn û Şirnexê komkujî kir û bajar hilweşand.

Daxuyaniyê wiha dewam kir: "Ji ber van polîtîkayên durû yên dewleta TC a dagirker, akademîsyen hatin girtin, televîzyon, radyo û rojname hatin qedexekirin, şaredariyên Kurdan hatin desteserkirin, Hevserok û parlamenterên HDP'ê hatin girtin û her kesên mîna Erdogan û AKP'ê nafikirin, bûn hedef. Bêdengiya Yekîtiya Ewropa, Konseya Ewropa û saziyên navneteweyî, faşîzma AKP'ê bêperwa dike. Herî dawî Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê qasidê aştiyê Ahmet Turk hate girtin. Ev yek asta ku faşîzma AKP'ê gihîştiye radixe pêş çavan."

Di daxuyaniyê de bang li Yekîtiya Ewropa û saziyên navneteweyî hate kirin û hat gotin, "Eger dixwazin pêşî li faşîzma AKP'ê û dîktatoriya Erdogan bigirin, lazim e navê PKK'ê ji lîsteya rêxistinên terorê derxînin û qedexeya li ser PKK'ê ya li Elmanyayê rakin.

'EM Ê DI 26'Ê MIJDARÊ DE LI QADAN BIN'

KCDK-E careke din li ber vê neheqiyê rabû û diyar kir, ji bo azadiya jinan, bawerî û gelan, divê ev rêbaz û pêkanînên antî demokratîk biqedin.

Di dawiya daxuyaniyê de hat gotin, "Ji ber salvegera 23. a qedexeya li ser PKK'ê, em ê dakevin kolanên Ewropayê. Em bang li hemû demokrat, şoreşger û rewşenbîrên alîgirê azadî û gelan dikin, ku di 26'ê Mijdarê de bi dirûşmên 'Na ji qedexeyê re' û 'azadî ji bo rêxistin û îfadeya gelê Kurd' dakevin qadan.

Weke KCDK-E em bang dikin ku her kes di 26'ê Mijdarê de li hemû welatên Ewropayê tevlî çalakiyan bibin."