Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim, ku ji bo hin danûstandin û hevdîtinan li Brîtanyayê ye, li navenda Civaka Kurd a li paytext Londonê axivî.
Muslim di civîna gel de bûyerên dawî yên li Sûriyeyê û Rojhilata Navîn nirxand. Muslim diyar kir, êrîşên dewleta Tirk ên li Cizîr û Şirnexê ne kêmî êrîşên li Kobanê ne û got, "Xwe li konên Şirnexiyan ên li kêleka bajêr hatin vedan jî ranegirtin û kon jî şewitandin. Dixwazin li gorî xwe vê axê paqij bikin. Ya ku di dema Osmanî de hat kirin, niha dubare dibin. Kurdên li Anatoliya Navîn ji ku tên? Ev hemû mirovên ji Kurdistanê bi zorê hatine koçkirin e. Ji bo hemû bên asîmîlekirin û helandin. Mesela, kampa ku niha dixwazin li Mereşê pêk bînin, parçeyek ji vê planê ye. Li cihekî ku temamiya şêniyên wê Elewî ye, wateya bicihkirina Erebên Sûnî, ev e."
'TÊKOŞÎNEKE DIJWAR LI PÊŞIYA KURDAN E'
Muslim di dewama axaftina xwe de ev nirxandin kir:
"Em tevgereke ku şerê exlaqê dimeşînin, bi nirxên însanî re dilsoz in û ji bo azadî û demokrasiyê têdikoşin. Armanceke me ya din nîne. Li aliyê din, terora DAIŞ û El Nûsra heye, ku cîhan tev jê ditirse. Ji ber vê yekê, hêzên navneteweyî planên xwe ji nû ve dinirxînin. Kurd ji nû ve derdikevin ser dika dîrokê. Di tevahiya dîrokê de cara yekemîn e di vê astê de tên naskirin. Mesela, eger 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê di asta navneteweyî de destekeke mezin dibîne, ev yek ji bo me gelekî hêja ye.
Ev rewş nayê wê wateyê ku Kurd bi ser ketine. Li pêşiya me têkoşîneke dijwar heye. Mebesta min ne aliyê leşkerî ye. Têkoşîna leşkerî ji xwe rojane dewam dike. Em niha li Rojava sîstemekê ava dikin. Bêguman em vê sîstemê ne tenê ji bo Rojava, ji bo tevahiya Rojhilata Navîn dixwazin. Em ji sala 2012'an û vir ve ji bo xwe xweseriya demokratîk ava dikin. Lê belê herêmên nû yên weke Minbic, Girê Spî û hwd. ên nû tevlî me bûne hene. Li van deveran nifûsa Ereban gelek e. Lewma em neçar in sîstema xwe biguherînin. Ev sîstem, sîstemeke demokratîk a jiyana bi hev re ya gelan e. Em vê sîstemê jî bi navê federalîzmê pênase dikin. Sîstemek federal a demokratîk ji bo tevahiya Sûriyeyê. Lê belê hinek hê naxwazin Kurd bibin xwedî îrade. Pêşniyareke wan jî nîne. Sûriye wê êdî ne mîna berê be, ev ne pêkan e. Lazim e her kes vê bibîne.
Ji bo me gundên li bakurê El Babê gelekî girîng e. Bêguman Tirkiye ji destpêkê ve hewl dide plana xwe ya 'herêma ewle' pêk bîne. Dixwaze demografiyê biguherîne. Li aliyê din jî naxwaze têkiliya xwe bi DAIŞ'ê re bibire. Ji ber vê yekê bi tank, top û balafirên şer diçe wê derê. Niha xwe negihandiye Babê. Ez ne bawerim ku karibe xwe bigihîne. Yên me ji aliyê rojhilat ve bi qasî 7-8 kîlometreyan nêzî El Babê ne. Bi 10 kîlometreyan li başûrê El Babê jî hêzên rejîmê hene. Artêşa Azad a Sûriyeyê derew e. Ev ne artêş in, ne azad in, ne jî Sûriyeyî ne. Di vê mijarê de Koalîsyona Navneteweyî hê biryarek nedaye. Artêşa Tirk xwest bi pêş ve biçe, yên me ew sekinandin. Bêguman şer ne yekser bi artêşa Tirk re qewimî, bi hêzên jê re artêşa azad dibêjin re qewimî. El Bab hê jî di destê DAIŞ'ê de ye. Dewleta Tirk hê jî têkiliya xwe ya bi DAIŞ'ê re nebiriye. Hêzên li wir şer dikin ne QSD ne, hêzên herêmî yên li wê derê ne, Meclîsa Leşkerî ya El Babê ye, Cephetul Ekrad e.
BERSIV DA ERDOGAN
Dema em ji Rojava lê temaşe dikin, di navbera Erdogan û Bagdadî de ti cudahî nîne. DAIŞ li Sûriyeyê çi dike, Erdogan jî li Bakurê Kurdistanê heman tiştî dike. Piştgiriya ji bo gelê Bakurê Kurdistanê yek ji berpirsyariyên me ye. Tayyîp Erdogan radibe ji bo Demîrtaş dibêje 'Bila YPG were we rizgar bike'. Dixwazim vê yekê ji vir bêjim; rizgarkirin wan deynê li stûyê me ye! Dewlet me neçar dihêle vê bêjin. Belê, em ê heta dawiyê têbikoşin, heta azadiya Demîrtaş û hevalên wî."
BERSIV DA PIRSAN
Li ser pirseke têkildarî vekişîna YPG'ê ji Minbicê, Muslim ev bersiv da: "YPG ji bo berjewendî û ewlekariya gelên Kurdistanê ava bû. Piştî ku li cihên mîna Minbicê hêzên herêmî hatin avakirin û ewlekarî misoger bû, pêwîstî bi mayîna YPG'ê li wir namîne. Bêguman ev mesele di navbera Tirkiye û DYA de veguherî krîzê. Herî dawî ji bo perwerdeyê hêzek ji 200 kesî hebû, wan jî wezîfeya xwe qedandin û vekişiyan. Madem bû krîz, vaye em vedikişin û ber bi Reqayê ve diçin. Bila kes Minbicê meraq neke. Ew der diyarê Ebû Leylayan e, leheng li wir hene ku dikarin wir biparêzin."