HDP'yî bi şandeya MPKE re rûnişt

Şandeyeke HDP'ê bi endamên Meclîsa Parlamenter a Konseya Ewropayê (MPKE) re rûnişt. Di hevdîtinê de êrîşên qirkirina siyasî yên ji aliyê AKP'ê ve tên kirin, hatin nirxandin.

Şandeyeke HDP’ê, li salona civînê ya Meclîsê bi şandeya MPKE’yê rûnişt. Di hevdîtinê de Berpirsê Têkiliyên Derve, Alîkarê Hevserokê Giştî Hişyar Ozsoy, Wekîla Wanê Bedîa Ozgokçe Ertan û Wekîla Edeneyê Meral Daniş Beştaş hazir bûn.

Hevdîtin nêzî nîv saetê dom kir. Di hevdîtinê de şandeya HDP’ê girtina hevserok, wekîl û hevserokên şaredariyan, giritna sazî û komaleyên civaka sivîl a demokratîk, organên medyaya muxalîf weke dijî û derveyî hiqûqê nirxandin.

Şandeya HDP’ê diyar kir ku hikûmeta AKP’ê pêvajoya 15’ê Tîrmehê, hewldana darbeyê ji xwe re kiriye fersendek û keysperestiyê dikin û şaredariyên ku bi hilbijartinê bi dest nexistine bi qeyûmê desteser kirine. Şandeyê her wiha têkildarî ji nû ve şopandina Tirkiyê ku di rojeva MPKE’yê de ye jî fikrên xwe diyar kirin.

Di hevdîtinê de şandeya MPKE’yê ji van navan pêk tê

ŞANDEYA MPKE’YÊ

Serok:
Morgens Jensen (Wekîla Partiya Demokratên Sosyal a Danîmarka/ Endamê Koma Sosyalîst û Serokê Komîsyona Karê Siyasî û Demokrasiyê)
Endam:
Anne Bresseur (Wekîla Luksembûrgê/ Seroka Berê ya MPKE’yê / Endama Tiffaqa Lîberal û Demokrat a Ewropa MPKE )
Deborah Bergamînî (Wekîê Partiya Forza Îtalîa /Endamê Koma Partiya Gel a Ewropa a MPKE)
George Loucaîdes (Wekîlê AKEL Kibris / Endamê Çepgiriya Ewropya ya Yekbûyî yê MPKE )
Josett Durrîeu (Wekîlê Partiya Sosyalîst a Fransa / Endamê Koma Sosyalîst a MPKE )
Kelly Tolhurst (Wekîlê Partiya Mihefezekar ê Ingilîstanê / Endamê Koma Mihefezar a MPKE)
Sekreterya:
Despîna Chatzîvassîlîoû (Seroka Sekretarya Komîsyonê )
Joao Ary ( Alîkarê Seroka Komîsyona Sekreterya )