Seyîd Riza û hevalên wî li Munchenê hatin bîranîn

Seyîd Riza û hevalên wî li bajarê Munchen ê Elmanyayê bi panelekê hatin bîranîn

Li bajarê Munchen ê Elmanyayê, Komuna Jinê SARA, FEDA, Jivanên Jinê, di salvegera darvekirina Seyîd Riza û hevalên wî de panelek lidar xistin.

Ji Komeleya Dijberiya Qirkirina Dersîmê Ayfer Ber li panelê axivî û got, "Terteleya Dersîmê, polîtîkaya asîmîlasyon û zexta li gelê Dersîmê veguherand tinekirineke topyekûn. Êrîşên li dijî Dersîmê hê jî dewam dikin. Di vê demê de, neviyên Seyîd Riza bi rêbazeke namerdî tên kuştin û girtin."

Ber bal kişand ser berxwedana dîrokî ya Seyîd Riza û işaret bi gotina "Em ê serî netewînin" a Mehmet Tûnç kir. Ber got, gelê Kurd bi vî ruhî li ber xwe dide.