Li rojnamevan Alî Bariş Kûrt 2 sal cezayê girtîgehê hat birîn
Li rojnamevan Alî Bariş Kûrt ê li Enqereyê hat darizandin, cezayê girtîgehê hat birîn. Parêzer Kalelî diyar kir, dosya bi bêûsilî hatiye amadekirin û biryar ne hiqûqî ye.
Li rojnamevan Alî Bariş Kûrt ê li Enqereyê hat darizandin, cezayê girtîgehê hat birîn. Parêzer Kalelî diyar kir, dosya bi bêûsilî hatiye amadekirin û biryar ne hiqûqî ye.
Rûniştina dozê, ku rojnamevan Alî Bariş Kûrt bi îdîaya "propaganda rêxistina terorê" hat darizandin, li 2. Dadgeha Cezayê Giran pêk hat.
Kûrt, ku ji ber parvekirinên xwe yên li medya civakî û karê rojnamevaniyê hat darizandin, bi 2 sal û 4 mehan cezayê girtîgehê hat cezakirin.
ÎXBARA SEXTE!
Kûrt tevlî rûniştina dozê nebû. Parêzer Gulan Çagin Kalelî parastina Kûrt kir. Parêzer Kalelî diyar kir, dosya bi bêûsilî hatiye aamdekirin û got, "Dozger, li gorî îxbara li BÎMER'e hat kirin tevgeriya. Lê tê gotin ku îxbar bênav e. Halbûkî bêyî agahiyên nasnameyên xwe bide, kes nikare serî li BÎMER'ê bide."
Parêzer Gulan Çagin Kalelî da xuyakirin, ku karê rojnamevaniyê êdî weke propaganda rêxistinê tê dîtin û got, ew ê îtirazê li biryarê bikin.