Heyeta HDP’ê serdana navçeya Şîrwan a Sêrtê kirin ku 19 karkerên madenê di bin hezazê de mabûn û cenazeyê 7’an hatin derxistin. Heyetê ku di nav de endezyarên jeolojî û kîmyayê jî hebûn, domahiya rojekê li qada xebatên lêgerîn-rizgarkirinê geriyan, bi xizm û malbatên qurbaniyan re civiyan. Di heyetê de Parlamenterê Sêrtê Kadrî Yildirim û Parlamentera Êlihê Saadet Becerîklî, Cîgira Hevserokan Serpîl Kemalbey, Ji Komîsyona Kedê Pinar Aydinlar, rêveberên HDP’ê, HDK’ê û DBP’ê cih girtin.
Ji heyetê Parlamenterê HDP’ê yê Sêrtê Kadrî Yildirim ji bo xizm û malbatên karkeran sersaxî xwest.
BECERÎKLÎ: JI BO KAPÎTALÎSTAN DERFETAN DIDIN AVAKIRIN, LÊ KEDÊ BI TIŞTEKÎ NAHESIBÎNIN
Endamên heyetê piştî serdanê ji ANF’ê re axivîn…
Parlamentera HDP’ê ya Êlihê Saadet Becerîklî diyar kir ku wê piştgiriya karkerên di bin hezazê de mane bikin û çavdêriyên xwe wiha ragihandin:
“Li gor çavdêriyên me, hevdîtinên me bi malbat û xebatkerên li wir, esas ev qeza beriya ku biqewime, gotiye ‘ez têm’. Ne beriya sazkirinê ne jî merheleyên piştî wê ti tevdîrên nehatine bicihanîn, ji bo parastina mirovan pêk nehatiye. Di vir de mantiqekî qezençkirina pereyan derketiye pêş. 24’ê Hezîrana bihurî jî tiştekî wisa pêk hatiûb. Ji ber danê sibehê qeza çêbibû, mirin nebibûn, lê ev mil jî nîşan dide ku fîrmaya eslî an jî taşeron, li ser vî esasî tiştekî cîdî nekirine û ev mirin ji wê demê dihat zanîn.
Em dibêjin ku divê qanûna kar an jî fîrmayên taşeron jinûve bikevin rojevê û bên nîqaşkirin. Li her derê cîhanê maden tên derxistin, lê ji bo bûyerên li Tirkiyeyê li şûna mirov bêje qezayên kar, gotina cinayetên kar hê rasttir e. Ev qeza li ti deverên cîhanê ewqasî li ser hev pêk nayên. Ji ber tevahî derfetan ji bo kapîtalîstan dide avakirin û li ser rewşa kedê nayê rawestandin, ev cinayet pêk tên.”
Becerîklî bi bîr xist ku ew heza beriya niha pêk hatiye jî di bin kontrola vê şîrketê de bû û got; “Em ê pêvajoyê bişopînin, lê divê destpêkê desthilatdariya siyasî û dewlet bikeve nav hewldanan. Em dizanin nabe, ji ber ku beşên kapîtalîst, lewre jî karmendan diparêze. Ji ber ku ne têkîldarî karker an jî kedkaran e, mixabin ev mirin wê di demên pêş de jî pêk werin, lê ji bo ev bên astengkirin çi ji destên me tên em ê bikin û em ê bibin şopdarên wê.”
ASLAN: DIVÊ HEVALÊN ME YÊN KARKER BI RÊXISTINÎ BIN
Endezyarê Kîmyayê Erkan Aslan ku di Meclîsa Kedê ya HDK’ê û Meclîsa Tenduristiya Karker û Ewlehiya Kar de ye, diyar kir ku divê gel tevlî xebatên rizgarkirinê bibe û wiha axivî; “Divê hevalên me yên karker dersê jê derxin. Pêwîst e heqên xwe fêr bibin, bişopînin. Her çiqasî karkerên taşeron ne sendîkayî bin jî, li wir sendîkayek bi rêxistinî heye û divê di têkoşîna wan a mafdar jî sendîka wek sendîkayan tevbigerin. Rêxistina sendîkayê heman a li Somayê jî bû ku 301 hevalan jiyana xwe ji dest dabûn. Divê xwedî li mafên karkeran bê derketin û bi rêxistinî hewla çareseriya vê bê dayîn. Divê bi karkeran re sendîka jî têbikoşin.”
POLAT: ÎHMAL HEYE; NE QEZA CINAYET E
Endezyarê Jeolojiyê Feyzî Polat jî çavdêriyên xwe wiha parve kir;
“Min dît ku yekeyên jeolojiyê karên xwe baş nekirine. Îdîayên çapemeniyê yên mîna ‘gelek baran barî û lewre hez pêk hat’ ne rast in. Ti şopên vî îdîayê nîn in. Ji bilî vê jî divê jixwe ne tenê baran, ev şîrket li gor rîska erdhejê jî bi rêxistin bikin, ev der herêmek erdhejê ye. Ango gotinên baran bariya, hez çêbû, ne gotinên li gor madenê ne, ji bo şîrketan nabe hincet.
Dibêjin ‘ ji ber xebatên lêgerîn-rizgarkirinê, em nektin sehaya hezê.’ Lê, tiştê ku mirovên li wir dibêjin, beriya hezê jî kelîştok hebûn. Eger bi rastî jî ev hebe, êdî ev her cure pîvan bihurî ye, îhmalek eşkere ye. Kelîştok tê maneya hatina qezayê. Eger tevî van jî tevdîr nîn be, êdî ev nabe qezayek kar. Ev cinayetek vekirî ye.”
KEMALBEY: GELEK KAR DIKEVE SER MILÊN SENDÎKAYAN
Cîgira Hevserokên HDP’ê Serpîl Kemalbey jî got; “Ev şîrket, holdîng, koma sermayeyê ji bo kara hê zêdetir, birayên me yên karker kuştin.” Kemalbey destnîşan kir ku ewlehiya karkeran li ser qaxizê hiştine, hikûmet û sermaye bangên mirinê didin.
BANGA PIŞTEVANIYÊ
Kemalbey herî dawî ev gotin: “Em behsa xebatek lêgerîn-lêkolînê ya di bin dagirkeriya leşkerî de dikin. Dîsa wek xizmetek dewletê xebatên lêgerîn-lêkolînê bi awayekî ewlehî û garantî nayê kirin. Lewre jî mîna Somayê em careke din bi rewşeke nixumandinê re hevrû ne. Em bang li tevahî raya giştî ya demokratîk dikin ku xwedî li vê pirsgirêkê derkevin. Divê karkerên li rojava, kedkar, sendîka, saziyên civaka sivîl, teqez li hember Sêrtê, Şîrwanê, cinayetên li vir hestiyar bin. Ji bo vê mijarê bikin rojev, divê teqez heyetan bişînin vir.”

