Li girtiyan ferz dikin ku 'qerta nasnameyê' bi xwe ve bikin

Li Girtîgeha Tîpa K-1 a Yenîşehîr a Bûrsayê li ser girtiyan ferz dikin ku 'qertên nasnameyê' bi xwe ve bikin. Girtiyan ji ber vê yekê jî biryar dan tevlî hevdîtina bi parêzeran re nebin.

Li Girtîgeha Tîpa K-1 a Yenîşhîr a Bûrsayê li ser girtiyan zext hene.

Beriya niha ferzkirina bi xwe ve kirina qerta 'hikumxwarî/girtiyê terorê ye' li Girgîha Edene Kurkuçulerê, Tîpa F'yê hebû niha jî heman ferzkirin li Girtîgeha Tîpa K-1 a Yenîşehîrê.

HDP'îyên ku beirya bi du hefteyan hatin girtin, ji ber sedema vê ferzkirinê îro derneketin hevdîtina bi malbatan re.

Endama Meclîsa Partiyê ya HDP’ê Nadiye Gurbuz tenê 2 deqeyan malbata xwe dît.

Gurbuz tiştên ku li girtîgehê têne jiyîn vegot û diyar kir ji ber ferzkirina bi xwe ve kirine qertên nasnameyê wan biryar dane ku dernekevin hevdîtina bi malbatan û parêzeran re.

Gurbuz got, "Li hundir zext zêde dibin, pişta girtiyan bigirin."

Li ser navê malbatan du kes bi midûrê girtîgehê re hev dîtin, diyar kirin ku ew xema nasên xwe dixwin û divê dawî li vê kirinê bînin.

Midûrê girtîgehê jî gotiye ew kirin bi biryara wî ye, di giştînemaya Wezareta Dadmendiyê de ye û got, "Biryar ji Enqerê hatiye. Îmzeya Serokkomar Erdogan û Serokwezîr Yildirim heye. Divê em pêk bînin."