Li Stûttgartê rûniştina doza siyasetmedarê Kurd Mûhlîs K. pêk hat
Rûniştina doza siyasetmedarê Kurd Mûhlîs K. ku bi îdîaya 'endametiya PKK'ê tê darizandin, li Stûttgartê pêk hat.
Rûniştina doza siyasetmedarê Kurd Mûhlîs K. ku bi îdîaya 'endametiya PKK'ê tê darizandin, li Stûttgartê pêk hat.
Kurdistaniyê bi navê Mûhlîs K. ku bi îdîaya 'endametiya PKK'ê di Sibata sala 2016'an de hat girtin, di çarçoveya xalên 129a-129b de tê darizandin.
Rûniştina dozê îro saet di 09:45'an de li 6. Dadgeha Ceza ya Bilind a Stûttgartê, li Olgastr. dest pê kir. Mûhlîs K. tê sûcdarkirin ku 'di navbera salên 2013-2015'an de li herêma Başûr a Elmanyayê di asta bilind de rêveber' bû.
Mûhlîs K. bi rengekî kelepçekirî anîn dadgehê û ji aliyê temaşevanên Kurd û Elman ve bi çepikan hat pêşwazîkirin.
Bi rêya tercûman Mûhlîs K bi Kurdî bersiv da pirsan û piştî gilînameyê, bi 30 rûpelan parastina xwe kir. Di gilînameyê de tê îdîakirin, 'di navbera salên 2013-2015'an de li herêma Başûr a Elmanyayê di asta bilind de rêveber' bû.
Rûniştina di dorê de wê roja Pêncşemê pêk were.