Rûniştina 3. a doza têkildarî Suphan Çabuk ku bi hinceta ‘’Endamê PKK’’ê ye ‘’ li Amedê hatibû girtin û bi îdîaya ‘’Xirakirina yekbûn û yekparebûna dewletê’, ‘’Endambûna rêxistinê’ û ‘muxalefeta li yasaya bi hijmara 6136’an’’, dihate darizandin îro li Dadgeha 4. a Cizayê Giran hate dîtin. Di rûniştinê de Çabuk hazir bû û her wiha parêzer û malbata wî amade bûn. Piştî ku nav hate xwendin Çabuk bi Kurdî îfadeya xwe da.
Çabuk di parastina xwe de got, ‘’Îro li Kurdistanê û Tirkiyê em serdemeke derasayî de ne. Ji ber vê sedemê jî ev doza ku em jê têne darizandin ne hiqûqî lê siyasî ye. 2013’an Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi rêbazên aştî perspektîfek dabû dewletê. Lê li dijî vê daxwazê dewletê bi polîtîkayên şer bersiv daye. Niha em tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan qebûl nakin û şermezar dikin. Meseleya Kurd ne meseleyeke 30-40 salî ye. Pirsgirêkekî dîrokî ye. Weke ku di dîrokê de Moxolan kirî, artêşa Tirk a dagirker bajarên Kurdistanê Cizîr, Nisêbîn, Sûr, Şirnex û Geverê hilweşandin. Li dijî artêşa Tirk a dagirker meşrû ye ku gelê Kurd xwe biparêze. Dema ku gelê Kurd parastina xwe dike ne însanî û etîk e ku di jêrzemînan de komkujî li ser wan were kirin. Ji bo vê jî yên ku divê li vir werin darizandin ne em lê ew kes in ku van êrîşên dermirovî dikin. Tenê gelê min û PKK dikare min darizîne. Dadgehên we nikarin me darizînin. Weke endamekî HPG’ê dibêjim Bijî Serok Apo, Bijî berxwedana Sûrê’’ û ji bo îfadeya xwe li çepkan da.
Piştî vê şandeya dadgehê biryar da ku Çabuk ji salona rûniştinê were derxistin. Piştî parastina parêzeran û îdîaya dozger hate xwendin dadgehê biryara xwe ya navberê da û biryar da ku Çabuk nikare tevlî rûniştinê bibe ku Sibatê wê pêk were. Dadgehê biryar da ku girtina Çabuk bidome û doz taloqî Sibata 2017’an kir.