Xeta PKK'ê ne ya têkçûnê ye
Tevî hemû hewldanên desthilatdariya AKP'ê û hevalbendên wê yên ji bo pêşîgirtina li geşbûna PKK'ê, ya têk biçe wê desthilatdariya AKP'ê be. PKK a ku berxwedana dîrokî nîşan dide û gelê Kurd wê bi ser bikevin.
Tevî hemû hewldanên desthilatdariya AKP'ê û hevalbendên wê yên ji bo pêşîgirtina li geşbûna PKK'ê, ya têk biçe wê desthilatdariya AKP'ê be. PKK a ku berxwedana dîrokî nîşan dide û gelê Kurd wê bi ser bikevin.
Di salvegera avabûna PKK’ê de, di serî de di şexsê Hakî Karer, Hayrî Durmuş, Kemal Pîr, Sakîne Cansiz, Akîf Yilmaz, Alî Çîçek, Ferhat Kurtay, Mahsûm Korkmaz de hemû şehîdan ez bi minet û hurmet bi bîr tînim.
Di ser damezirîna fermî, kongreya pêşî ya PKK’ê re 38 sal derbas bûn. Koma Apoyî 1973’an bi civîna li bendava Çubukê pêk hatiye. Ji bo vê jî di ser bûyina PKK’ê re 44 sal derbas bûne. Ne tenê dîroka nêz a Kurdistanê, dîroka nêz a Tirkiyê û Rojhilata Navîn jî derketina ser dika dîrokê ya PKK’ê û têkoşîna wê ya 44 salan diyar kiriye. PKK îro jî geşedanên li Kurdistanê, Tirkiyê û Rojhilata Navîn diyar dike.
PKK li cografyayeke wiha ya Rojhilata Navîn ku dewletên pêşî lê çêbûyin û çînên mêtinger lê çêbûyin, jin hatin kolekirin, serweriyên mêtinger ên pêşîn ku lê pêk hatin, weke meyla herî berfireh a azadiyê ya ku dîrokê şahidî jê re kiriye, derketiye ser dika dîrokê. Çawa ku dewletên pêşî, çînên pêşî yên mêtinger, zexta pêşîn a li jinê û mêtingeriya pêşî li ser vê cografyayê hatibe dîtin, her wiha civakîbûyina pêşî û herî domdirêj, jiyana bi pergal a bê mêtingerî, bê zext û zordarî, civakîbûyina ku jin lê serwer bû û li dijî serweriya mêtingeriyê berxwedan pêşî jî li vê cografyayê pêk hat. Rasteqîniya Rêber Apo û PKK’ê ya derketina wan a li ser dika dîrokê, li dijî dewlet, mêtingerî, zext û mêtingeriya li ser jinê bi berfirehiya civakîbûyinê, kûrbûna wê, bi mohra jinê ya ku li vê civakîbûyinê daniye û li ber hîmê berxwedanê ya ku gelan li dijî vê serweriya mêtinger nîşan daye, geş û gur bûye. Di hîmên dîrokî yên PKK’ê de nirxên serhildanên pêşî yên koleyan, nirxên civakî yên Mazdekî, Huremî, Kermatî, Îsmaîlî, Babaîleyî, hemû bawerî û dînan ên dadmendiyê, maf, wekhevî, azadî û serxwebûnê hene. PKK nirxên exlaqî, ûcdanî, civakî yên van tevgerên civakî di xwe de berbiçav kirine û derketiye ser dika dîrokê. Di vê rabûna mezin de li gel hebûna civakîbûyina xurt a ku Kurdistanê di mêjûya xwe de tim jiyaye û nirxên ku vê civakîbûyinê afirandine, PKK meyleke azadiya gel e ku bi hemû nirxên gel û civakên Rojhilata Navîn derketiye holê.
Bêguman di derketina wê ya ser dika dîrokê de bandora sosyalîzma reel ya ku di salên 1970’yî de nirxê geş bûyî bû û stêrika wê demê bû, hebe jî, ji vê meyla civakîparêz nirxên girîng standibe jî, ya ku bi esasî civakîbûyina PKK’ê ango karekterê wê yê sosyalîst diyar dike nirxên civakî û berxwedêr ên Rojhilata Navîn û nirxên berxwedêr ên civaka Kurd e. Ev teqez e; Apoyîtî û PKK tevgereke şoreşger a mezin e ku xwe spartiya hemû nirxên civakî yên ku li Rojhilata Navîn derketiye holê. Li dijî berfirehiya kevneşopiya despot a Rojhilata Navîn, xwe spartiya civakîbûyina li vê vê cografyayê û bûye nûnerê bêrîkirina azadiyê ya ku gelên Rojhilata Navîn di mêjûyê de tim hilgirtine; bi awayekî berbiçav jî bûye nûner û dengê bêrîkirina azadî, demokrasî û sosyalîzmê ya wê civakê ku tevahiya mêjûyê bi zext û zordariyê re hevrû bûye, di salên 1970’yî de hatiye xwestin ku qira wê were anîn.
Di mêjûya Rojhilata Navîn de li dijî despotîzmê, zilmê, bi nirxên heq, dadmendî, wekhevî û azadiyê gelên ku têkoşîn dane û tevgerên wiha tim çêbûne. Lê PKK ji bûyina xwe ve jî nîşan daye ku ew pir cihê ye. Bi taybetî jî kesayatiya Rêber Apo, şêwaz û rêbaza wî nîşan daye ku ev tevger pir cihê ye. Pêkan e ku em karekterê gelparêz û şoreşger di asta herî bilind de di vê rêbertiyê de bibînin. Ev rêbertî zilma vê dinyayê, neheqiya wê, nedadmendiya wê û civakîbûyina ku li gel van dijî, hê di serî de, di kesayeta xwe de red kiriye. Weke kesayetek cihê û tevgereke cihê derketiye holê.
Apoyî dema ku nû derketin bi helwesta xwe ya li dijî dewleta Tirk a mêtinger û qirker di qada siyasî de bal kişandin ser xwe, gel jî ev kom cihê dît û nêzîkî xwe dît û demeke kurt de li dor vê tevgerê civiya. Bi awayekî zû geşbûna PKK’ê ya li Kurdistanê ku nedihate payin, beriya her tiştî ji ber sedema karekterê wê yê gelparêz e. PKK hê di destpêkê de ji ber ku xwedî jiyaneke wiha ya li jiyana civakî li hev kirîbû, bi ser ketiye. Vê tevgerê di heman demê de nîşan daye ku tevgereke siyasî ya li Rojhilata Navîn tê, derketiye holê.
Di bûyina PKK’ê de tişta herî girîng a ku destnîşan kirî; dupatkirina diyarkerbûna giringiya ramanê, îdeolojî û baweriyê ye. Bi taybeyî hatiye destnîşankirin ku di van hêlan de serketin neyê bidestxistin, ti serketin wê nikaribin werin pêkanîn. Rêber Apo diyar kiriye, ji ber ku Kurd têkildarî civakîbûyina xwe, dîroka xwe, rewşa xwe ya siyasî ne xwedan ramanekê bûne, Kurd tim di jêr serweriyan de mane, di sedsala dawî de jî ketine pêvajoya qirbûnê, ji bo vê jî bi dahurandinên civakî derxistiye holê ku pêdiviya Kurdan bi nêzîkatî û ramaneke îdeolojîk heye ku Kurdan bigihîne jiyana azad û demokratîk.
Rêber Apo dema ku kûrbûna ramanê û serketina Kurdistanê derdixîne holê bi taybetî jî ev tespît kiriye; ‘’Hişmendiya sîstema xwe ku hewl didim weke civaka demokratîk û ekolojîk bi têgîn bikim, wekî hîmî pêkanîna wê ya li derveyî desthilatdariya dewletê, wekî sîsika nêzîkatiya xwe ya teorîk dibînim. Ne tenê li derveyî sîstema desthilatdar a kapîtalîst, lêgerîna çareseriyê ya li derveyî hemû desthilatdariyên dewletî û hîyerarşiya klasîk a civakên dewletî, ez weke sîsika perspektîfa xwe ya teorîk dibînim. Ez weke destketina herî girîng a têkoşîna xwe dibînim ku ev nêzîkatiya min a teorîk ne utupîk e, lê pir qeyîm girêdayî rasteqîniya civakî ye. Di bin karîna serwextbûnbûna min de jî taybetmendiyên têkoşîna min a ku ez jiyame û karîna xwedîbûna li berpirsyariyan e.’’
PKK ne tenê weke partiyeke xwedî programeke siyasî derketiye holê. Hê di destpêkê de civakeke mirovî pêk aniye ku li armancekê asê bûne. Civakîbûyina partîyî ya ku xwe dispêrê hevrêtiyê bûye hêza herî sereke ya PKK’ê. Rêberê Gelê Kurd ku têkiliya di navbera qadroyan de weke têkiliya heqîqetê dinirxîne, hişmendiya partiyê, têkiliya hevrêtiyê û jiyana partiyê ya ku xwe dispêrê vê pir girîng dibîne, ji bo vê jî gotiye, ‘’dibe ku her tiştê min nebe, lê hûn nikarin bi partiyê bilîzin, ez destûrê nadim ku hûn bi partiyê bilîzin’ û nîşan daye ku ew giringiyê dide partiya ku xwe dispêrê rêxistinbûyina raman û heqîqetê. Ev di heman demê de, bi awayekî balkêş di PKK’ê de berbiçavbûna wî karekterî ye ku di dîroka Rojhilata Navîn de di hemû saziyên civakî û saziyên wê yên siyasî de hebûn.
Heke PKK li Tirkiyê li dijî êrîşên herî faşîst li ser piyan mabe ev ji ber sedema vê rasteqîniya partiyê ye. Naxwe wê di dema faşîst a 12’ê Îlonê de, di salên 1990’î li dijî şerê qirêj, di 1998-1999’an di dema komploya navnetewî û piştre provakasyona tesfiyekar a ku li PKK’ê dihate ferzkirin, li dijî şerê taybet ê AKP’ê jî wê tesfiye bibûya, bêbandor bimaya. Lê piştî her êrîşê PKK’ê hê xurttir hebûna xwe domandiye. Diyalektîka têkoşînê ya PKK’ê her wiha bûya. Dema ku li dijî êrîşan li ser piyan maye, serdemên xurtbûnê û geşedanên nû derxistiye holê.
Şerê taybet ê Tirk çi qasî propagandaya ‘’PKK qels bû’’ bike jî, PKK li dijî êrîşan hêza xwe parastiye û gihaye wê hêzê û bandorê ku li tevahiya Rojhilata Navîn xwedî bandora siyasî ye û dikare gelê Kurd li hemû parçeyên Kurdistanê bigihîne jiyana azad û demokratîk. Ji ber ku PKK ne tenê ji bo Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê, partiyeke wiha ye ku çareseriyê ji bo ku pirsgirêkên tevahiya Rojhilata Navîn pêşniyar dike. Rêber Apo îro ne tenê yê Kurdan, rêberê îdeolojîk û siyasî yê hemû gelên Rojhilata Navîn e. Ji ber ku hemû pirsgirêkên civakî û siyasî yên civakî yên Rojhilata Navîn di xeta vê rêbertiyê de çareseriya xwe dibînîn.
Bêguman PKK li dijî polîtîkayên dewleta Tirk ên qirker, ji bo gelê Kurd biparêze û jiyana wê ya azad pêk bîne jî wê têkoşîna çekdarî bide. Ji ber ku, ji bo ku hebûna gelê Kurd û hem jî rêxistinbûyina xwe ya siyasî û îdolojîk a ku wê Kurdan bigihîne jiyana azad û demokratîk ev divêtiyek e. Heta ku dewleta Tirk dev ji polîtîkayên xwe yên qirker û mêtinger bernede, gerîlayê ku hêza xweparastinê ye wê têkoşîna xwe bidomîne. Lê hêza sereke ya PKK’ê îdeolojiya wê, jiyana wê ya partiyê û çareseriyên wê ne ku ji bo civakê pêşbîniya wê dike. Ji bo vê jî, çi qasî êrîşên giran ên leşkerî werin kirin jî, zext û zordarî çi qasî werin kirin jî, tesfiyekirina PKK’ê pir dijwar e. Ji ber ku ji hêla îdeolojîk û rêxistinî xwedan xeteke wiha ye ku têk naçe. Ji ber ku têkoşîneke pir mafdar a azadiya Kurd dide jî, şansê wê yê serketinê pir zêde ye. Jixwe hetanî niha bi vî karekterî tim ser ketiye.
Di sala 39. de PKK li Rojhilata Navîn bûye xeteke sereke ya îdeolojîk û siyasî. Ne hêzên derve û ne jî hêzên herêmê nikaribin ji bo pirgirêkên Rojhilata Navîn bibin hêza çareseriyê. Her desttêwerdana wan, bikaranîna zêdetir hêza leşkerî li şûna ku pirsgirêkan çareser bike girantir dike. Xeta îdeolojîk û siyasî ya PKK’ê jî, çi devera ku diçiyê dibe hêviya gelan. Heke PKK li dijî êrîşên giran hebûna xwe bidomîne, ev hêvî di demeke kurt de wê bibe partî, weke xeteke îdeolojîk û siyasî wê ji bo hemû pirsgirêkên gelan bibe çareserî.
Mirov li kîjan serdema dîrokê binere, kîjan civak ji hêla ramanê ve serwer bûbin, ew civak rabûne, geş bûne û mohra xwe li dîrokê xistine. Îro li Rojhilata Navîn Kurd bi projeyên xwe û avaniya ramanên xwe yên têkildarî jiyana azad û demokratîk bûne nirxên geş bûyî. Kurd bi hişmendiya demokrasiya azadîxwaz a civakî wê bibin gelê rabûyî û geşbûyî yê sedsala 21. Ji ber ku hêzeke ramanê ya weke Rêber Apo, hêzeke heqîqetê ya weke PKK’ê, wê Kurdan bike gelê pêşeng ê demokrasiya azadîxwaz, di nav Rojhilata Navîn de.
Desthilatdariya AKP’ê bi êrîşên xwe û Kurdên hevkarên wan û paşverûtiya herêmê bi hevkariyekê her çendî helw didin ku pêşî li rabûn û geşbûna PKK’ê bigirin jî, yê ku wê têk biçe wê desthilatdariya AKP’ê be, PKK ya ku berxwedana dîrokî nîşan dide û gelê Kurd wê bi ser bikevin.
ÇAVKANÎ: YENÎ OZGUR POLÎTÎKA