Li Mêrsînê YAKAY-DER û EMEK-DER hatin girtin
Şaxên EMEK-DER û YAKAY-DER’ên hatin mohrkirin hatin girtin.
Şaxên EMEK-DER û YAKAY-DER’ên hatin mohrkirin hatin girtin.
Bi KHK’ê ya ku îro ji hêla Wezareat Karê Hundir ve li bajarên curbecur 193 weqf û komele hatin girtin. Bi weşandina KHK’ê Komeleya Hevgirtina Bi Malbatên Girtiya re (YAKAY-DER) û Komeleya Parastina Heqê Kedkarên Înşeatê û Cotkarî, Fêkî û Depokirinê (EMEK-DER) ku li Mêrsînê xebatên wan ji bo demeke kurt hatibûn rawestandin, ji hêla polîsan ve dîsa hate mohrekirin.
Polîsên ku hatin ber komeleyê deriyê mohrkirî şikandin, li hundir geriyan û piştre dîsa mohr kirin û çûn.
Hevserokê YAKAY-DER’ê Alî Atsiz got bêyî ku agahiya wan pê bixin derî şikandine, ketine hundir û dema ku ew hatine karê xwe qedandibûn, ‘’Li hundir çi kirin em pê nizanin. Di destê wan de hinek tişt hebûn. Ên me bûn an jî yên hinek din bin em nizanin. Lê ev zext wê nikaribin me paş ve bixin. Em ê ji cihê mayî xebatên xwe bidomînin. ‘’
Her wiha Serokê Şûbeya EMEK-DER’ê Fethî Çoban ku 11’ê Mijdarê hatibûn binçavkirin, piştî karên li emniyetê derxistin dadgehê.