Hezer li Wolfsbûrgê tevlî civîna gel bû
Parlamentera HDP'ê ya Wanê Tûgba Hezer da xuyakirin, ku Erdogan ji hêza Kurdan a azadî, wekhevî û aştiyê bêzar bû, lewma pêla girtin û binçavkirinê derxistiye asta herî bilind.
Parlamentera HDP'ê ya Wanê Tûgba Hezer da xuyakirin, ku Erdogan ji hêza Kurdan a azadî, wekhevî û aştiyê bêzar bû, lewma pêla girtin û binçavkirinê derxistiye asta herî bilind.
Li bajarê Wolsfbûrg ê Elmanyayê, li ser rewşa dawî ya li Kurdistan û Tirkiyeyê civîneke gel hate lidarxistin.
Civîn ji aliyê Meclîsa Gelê Kurd a Peîne ve hat organîzekirin û zêdeyî sed kes tevlî bûn.
Parlamentera HDP'ê ya Wanê Tûgba Hezer weke qiseker beşdarî civînê bû û bal kişand ser girtina Hevserok, Parlamenterên HDP'ê, Hevşaredarên DBP'yî û siyasetmedarên Kurd.
Hezer da xuyakirin, ku piştî hilbijartinên giştî yên 7'ê Hezîranê Edogan li dijî wan derbaya sivîl daye destpêkirin û got, "Erdogan baş dizane ku cihê Kurd lê dijîn, wê azadî demokrasî, wekhevî û aştî hebe. Ji vê yekê aciz bû û dît ku têk diçe. Lewma biryara têkbirina tevgera azadiyê da."
Hezer destnîşan kir, ku ew ê li dijî her şêwe zext û zordariyê li ber xwe bidin.