Platforma Hiqûqnasên Azadîparêz ava bû

OHD û MHD'ê Platforma Hiqûqnasên Azadîparêz ava kirin.

Komeleya Hiqûqnasên Azadîparêz (OHD) û Komeleya Hiqûqnasên Mezopotamyayê (MHD) biryar dan xwe di bin sîwana Platforma Hiqûqnasên Azadîparêz de birêxistin bikin.

Her du komeleyan daxuyaniyeke hevpar li ser mijarê weşandin û bibîr xistin, ku di çarçoveya Qanûna Rewşa Awarte ya dûrî hiqûqê de, ewilî xebatên komeleyên wan hatine sekinandin, piştre bi biryarnameyan hatine girtin.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin, ku her kesên sekna polîtîk a desthilatdariya AKP'ê napejirînin weke 'dijmin' hatine pênasekirin û li qada cemaweriyê tên tecrîdkirin.

Di dewama daxuyaniyê de hat gotin, "Weke Hiqûqnasên Azadîparêz û Hiqûqnasên Mezopotamyayî, di têkoşîna azadî, wekhevî û demokrasiyê ya gelan de, di têkoşîna lêgerîna li maf a bindestan de em ê bi heman biryardarî û vînê parêzeriya gelên xwe bikin."

Di daxuyaniya hevpar de hat destnîşankirin, ku ew ê bindestan bêparastin nehêlin û di nava her şert û mercî de parastina civaka demokratîk esas bigirin. 

Di dawiya daxuyaniyê de bang li hemû hempîşeyên wan hat kirin ku tevlî Platforma Hiqûqnasên Azadîparêz bibin.