Ji KCD têkildarî daxuyaniya KHK’ê: Em teslîm nabin

Desteya Rêveberiya KCD’ê têkildarî Hevberdevk Koçyigît a ku bi biryara KHK’ê ji peywerê hate girtin wiha got: “Heta ku hemû biryarên KHK’ê betal bibin, wê têkoşînê bilind bikin. Em teslîm nabin.”

Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), diyar kir ku bi Biryarnameya Di Hikmê Qanûnê (KHK) hevberdevak Gulîstan Kiliç Koçyigît ji peywirê hatiye girtin.

Di daxuyaniya Desteya Rêveberiy KCD’ de wiha hate gotin: “ Piştî biryara îro ya KHK’ê hate girtin û şûn de hevberdevka me Gulîstan Kiliç Koçyigit ji din nav de bi sedan erkdarên civakî ji kar hatin girtin. Di nava kesên ku ji kar hatine derxistin 15 akademîsyenên aştiyê jî hene.

‘HEMÛ JÎNGEHÊN ME DAGIR DIKIN’

Di daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin:

“Bi biryara nû yên KHK’ê li gel kesên ji kar derxistin bi sedan komele, gelek saziyên jinan û hinek rojname hatin girtin. Sînor ji bo mafê karkeran ên mîna grevê hatin danîn; serokên giştî yên sendîkayan û rêveber ji kar hatin girtin.

Bi darbeya sivîl û Rewşa Awarte re jîngehê me dagir dikin, her ku diçe zext zêde dibin. Êdî, em di rojên ku ti wateya gotinna namînin re derbas dibin. Hema her roj bi zext û êrîşên nû re hevrû dibin.

Desthilatdariya AKP/Qesrê êrîşî muxalîf û hemû beşên civakê dike. Ketiye di rewşekî hemû beşên muxalîfê di pozîsyona sûç de ne. Desthilatdariya AKP/Qesrê ji derveyî xwe ti mafê jiyanê nade kesê. Bi her biryarekî nû ya KHK’ê mexdûrên nû zêde dibin.

‘EM Ê TÊKOŞÎNÊ BILIN DBIKIN’

Di dawiya daxuyaniya KCD’ de peyama têkoşînê da:

“Heta ku desthilatdariya AKP/Qesrê êrîşên xwe yên hov û gava vê ya yekem îlankirina Rewşa Awarte û hemû biryarên KHK’ê betal bike wê têkoşîna me her ku biçe bilind û xurt bibe.

Em teslîmî faşîzma Rewşa Awarte ya Qesrê nabin. Em ê qezeç bikin. Bi teqez em ê qezeç bikin.”

Em naşikên, natirsin û teslîm nabin.”