Weşangerên Rojnameyên Swêd: Tirkiyê bidin rawestandin!

Weşangerên Rojnameyên Swêd, li dijî êrîşên AKP’ê ku azadiya çapemeniyê kirine hedefa xwe, bang li Swêd û Yekîtiya Ewropayê kirin ku kêferatê bikin.

Rêxistina çapemeniya Swêdê Weşangerên Rojnameyên Swêd (Tîdnîngsutgîvarna) diyar kir ku li Tirkiyê mijara azadiya çapemeniyê û derbirîna azadiyê tê binpêkirin û bang li Swêd û Yekîtiya Ewropayê kir ku kêferatan bike.

Di nav bangê de yên ku îmzeyên hene, wiha ne; Midûra Giştî yê Televîzyona Dewletê ya Swêd (Svt) Hana Stjarne, Midûrê Giştî yê Radyoya Dewletê ya Swêd (Sr) Cîllah Benko û Redaktorê Şef ê Rojnameya Expressen Thomas Mattsson jî hene.

Aftonbladet ku li Swêdê bi tîraja xwe ya 800 hezarî ew rojname ye ku herî pir tê firotin, bi ser navê ‘’Tirkiyeyê rawestînin, li azadiya me ya çapemeniyê taloke heye’ bal kişande ser polîtîkayên zext û zordariyê yên dewleta Tirk ên li ser çapemeniya Kurd û muxalîf û hate xwestin ku ev kirinên ku li Tirkiyê dibin werin rawestandin.

Weşangerên Rojnameyên Swêdê jî diyar kirin ku divê Swêd ji Tirkiyê bêhtir daxwazan bike û û dema ku têkiliyên bi Tirkiyê re datîne divê rewşa çapemeniyê û nûçegihanên ên li Tirkiyê jî bîne ber çavan û li gorî vê tevbigere.

Navên ku îmzeya xwe li bin bangê xistine wiha ne: Casten Almqvîst, Cîlla Benko, Per-Anders Broberg, Unn Edberg, Raîl Grunthal, Anna Gullberg, Jeanette Gîstafsdotter, Vîveka Hansson, Jan Helîn, Thomas Mattsson, Hanna Stjärne, Christel Tholse Willers ve Sofia Wadensjö Karen.

‘DIVÊ TIRKIYE JÎ TEVLÎ STRATEJIYÊ WERE KIRIN’

Weşangeran diyar kirin ji ber sedema bûyerên li Tirkiyê divê hikûmeta Swêdê stratejiya ku berê amade kiribû careke dî n.û bike û li deverên encamê ji bo çapemeniyeke azad û serbixwe divê Tirkiye jî lê were zêdekirin.

LI STOCKHOLMÊ PANÊL

Her wiha duh jî panêlek li ser binpêkirina azadiya çapemeniyê û derbirînê ya li Tirkiyê pêk hat. Di panêlê de Siyasetzan Ekîm Çaglar, Seroka Federasyona Sendîkayên Karmendan (TCO) Eva Nordmark, Seroka Sendîkayên Xebatkarên Dewletê ST, Brîtta Lejon, Serokê Federasyona Nûçegihanan Jonas Nordlîn û Wekîla Partiya Demokrat a Xiristiyanan Desîrre Pethrus amadebûn.

Di panêlê de êrîşên li ser karmend û mamosteyan ên li Tirkiyê weke mînak hate dayin û diyar kirin ku ew ê li pişt sendîkayan bisekinin.

Her wiha gelek wekîlên ku di panêlê de amade bûn, nerazîbûna xwe ya ji ber rewşa Tirkiyê nîşan dan.