TŞYG: Jin teqez wê jiyana azad û wekhev bi ser bixin!

Jinên Berxwedêr ên Yekbûyî yên TŞYG'î, bi wesîleya 25’ê Mijdarê daxuyaniyek dan û bang kirin, ku bi giyaneke hevpar têbikoşin û xweparastinê kûr bikin.

Jinên Berxwedêr ên Yekbûyî yên Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan (TŞYG) bal kişandin ser têkoşîna azadiya jinê û gotin, "Li ser esasê azadiya jinê pêkan e ku azadiya civakî were avakirin. Jê wêdetir dijberbûna li zext û zordariya jinê tenê bi azadiya jinê pêkan e. Tenê bi xwe komkirina li dor têkoşîna azadiya jinê, bi rêxistinbûyinê, bi xweparastineke bîrewer û bi îdîa em dikarin li dijî komkujiyên li dijî jinê rawestin ku ev bi hezaran sal in dom dike. Li dijî vê sîstema zayendparêzî, dewletparêzî, pêkutiyê bi hêzdarkirina rêxistinbûyina jinê encex em dikarin têbikoşin."

'EM BI GIYANÊ HEVPAR TÊBIKOŞIN'

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Em bang li jinên Kurdistanî, Tirkiyeyî û Rojhilata Navîn û hemû jinên dinyayê dikin ku 25’ê Mijdarê bi giyanekî hevpar li dijî tundiya li dijî jinê rawestin û têbikoşin. Li dijî faşîzma zilamsalariyê ya dîktator Erdogan û DAIŞ’ê em bi berxweda radîkal a giştî dikarin bi ser bikevin."

'DIVÊ XWEPARASTIN WERE KÛRKIRIN'

TŞYG’ê di daxuyaniya xwe de bang li jinan kir ku xweparastinê kûr bikin û got, ‘’Ev rastiyek e, heke li dijî jinan, nasname, dîn, nîjat, rengê xwe çi dibe bila bibe, her roj tundî, zext û zordarî, komkujî, zayendî zêdetir tê kûrkirin û ferzkirin, jin jî wekî tekana rêya li dijî vê mêtingeriyê dixwaze rêxistinbûyina xwe ya xweparastinê ava bikin û bibin yek. Bi awayekî rast xwendina dîroka xwe, bi kûrkirina hişmendiya zayenda xwe, bi xwedîderketina li mîrateteya berxwedana xwe em dikarin sîstema xwe ya demokratîk a azadiya jinê ava bikin."

Di dawiya daxuyaniyê de hat xwestin, ku bi bexwedana 'em ê teqez bi ser bikevin', bi rengekî topyekûn xwedî li têkoşîna azadiya jinê bê derketin.