Di kûlîsên PE’yê de pêkanînên ekonomîk ên li ser Tirkiyeyê tê gotûbêj kirin
Li PE’yê ji beriya pêşnûmeya Tirkiyeyê bixin dengdanê, mijara ekonomiyê ya li ser Tirkiyeyê di rojeva siyasetmedarên Ewrpayê de ye.
Li PE’yê ji beriya pêşnûmeya Tirkiyeyê bixin dengdanê, mijara ekonomiyê ya li ser Tirkiyeyê di rojeva siyasetmedarên Ewrpayê de ye.
Li dijî polîtîkayên faşîzma AKP/Qesrê wê roja Pênçşemê li Parlementoya Ewropayê pêşnûmeya rawestandina muzakereya endamtiya Tiriyeyê ya Parlementoya Ewropayê bixînin dengdanê, hinek siyasetmedar di wê fikrêdene ku ti encam negire. Hinek siyasetmedarên Ewropî jî di wê fikrê de ne wê pêkanînên ekonomiyê ya li ser Tirkiyeyê bibondorker bin.
Pêşnûmeya ku ji aliyê demokratên sosyal ve hate kirin û ya ku wê roja Pênçşemê bixin dengdanê partiya Keskan, partiyên çep û muhafezekarên rastgir jî piştgirî dikin. Lê pêşnûmeya rawestandina muzakereya Tirkiyeyê ya ji bo Yekîtiya Ewropayê tenê li ser şêwirînê dimîne.
Li gorî Raportora Tirkiyeyê ya PE’yê Katî Pîrî yê wê pêşnûme roja Pênçşemê bi keve dengdanê.
‘WÊ PÊKNANÎNÊN EKONOMIYÊ HÊ BI BANDORTIR BIN’
Lê li gorî hinek endamên PE’yê, ev biryara li dijî Tirkiyeyê hate girtin tenê weke ‘Destpêkekê’ ye û daxwaz dikin ku pêkanînên ekonomiyê bixin dewreyê.
Perlementera Partiya Demokrat a Sosylîs a Elman Arne Lîetz, niha Tirkiye ne di hev kariyekî yê YE’yê de ye û êdî dem hatiye ku em li ser van mafan baxivîn. Lîetz diyar kir ku di qada ekonomiyê de qeta ‘zer’ yan jî ya ‘sor’ nîşanî Tirkiye bikin.
TIRKIYE DI REWŞEKÎ WISA DE YE KU JI RUSYA ZEÎFTIRE
Manfred Weber ê li ser navê EVP Koma muhafezekar a PE’yê axivî û diyar kir ku di mijara pêkanînên ekonomiyê ya li ser Tirkiyeyê di rewşekî wisan de ye ku ji Rûsyê zeîftire. Weber destnîşan kir ku li şûna rawestandina muzakereya endamtiya Tirkiyeyê ya YE’yê pêkanînên ekonmîk li ser bidin meşandin hê wê baştir be.