DOSYA II

Çapemeniya Azad nikare were bêdengkirin

Desthilatdariya faşîst a AKP/Qesrê, 15’ê Tîrmehê, hewldana darbeyê ji xwe re kirin fersend ku rejîma yekdestî ava bike, hiqûq rakir û bi Rewşa Awarte û BHQ’an konsepta êrîşa nû da destpêkirin.

Desthilatdariya faşîst a AKP/Qesrê, 15’ê Tîrmehê, hewldana darbeyê ji xwe re kirine fersend ku rejîma yekdestî ava bike, hiqûq rakir û bi Rewşa Awarte û BHQ’an konsepta êrîşa nû da destpêkirin. Di nav vê konsepta êrîşê de, bi dehan kedkarên çapemeniyê hatin binçavkirin û girtin, kartên çapemeniyê yên bi dehan ji wan jî hatin betalkirin. Desthilatdariya AKP’ê ku dît, yek bi yek bi girtina nûçegihanan nikare ti encamê bi dest ve bîne, vê carê jî, ekranê TV’yan tarî kir, pêgihîna ajansên înternetê jî girt, dema ku dît bi van poliîtîkayan jî nikare ti encamê bi dest ve bîne, 29’ê Cotmehê bi bi BHQ’yan ve, li dijî kevneşopiya çapemeniya azad koza xwe ya dawî bi  kar anî, saziyên ku mirina xwe danîn ber çavan û ji rastiyan nedihatin xwarê, mohr kirin.
Tirkiye ku ji hêla azadiya çapemeniyê ve di nav welatê herî xirab de cihê xwe girtiye, nûçegihanan êrîşan li ser wan nirxandin.

EM ÇAPEMENIYA DIJBER JI REJÎMA YEKDEST RE NAKIN QURBAN

Koordînatorê Weşana Giştî yê Jıyan TV ku hatî girtin, Ibrahîm Aslan: Li Tirkiyê zextên vê sal û nîva dawî ya li ser partiyên siyasî û muxalîfan, bi 15’ê Tîrmehê, hewldana darbeyê re zêdetir bû û berê xwe çapemeniyê. Gelek nûçegihanên Kurd hatin binçavkirin û girtin, gelek saziyên çapemeniya dijber hatin girtin. Em sedema van hemû zextan a li ser çapemeniyê dikarin wekî ceribandina desthilatdariyê ya nûnertiya dewleta Komara Tirk a ji bo avakirina rejîmeke nû bibînin. Ev jî di wê rêyê re diçe ku muxalîfên li dijî sîstema yekdestiyê pirdengiyê diparêzin, divê werin bêdengkirin, li ser çapemeniyê zext were danîn, ji ber ku heta ku çapemiya muxalîf rastî binivîsandan û bibûna dengê yên din bidana bihîstin, ev li pêş rejîma ku dihate xwestin were avakirin, weke astengiyekê dihate dîtin.

Bi ya min Tirkiye ji hêla azadiya çapemeniyê ve tam weke welatên Rojhilata Navîn wê bikeve pêvajoyeke pir taloke ;ji ber ku şer her ku diçe gurtir dibe. Bifikirin ku Tirkiye di nav wan welatan de ku herî pir nûçegihan lê hatine girtin, di rêza pêşî de ye. Nexasim piştî 15’ê Tîrmehê hiqûq bi temamî hatiye rakirin. Çi devereke ku nûçegihanê ku saziya wan hatiye girtin, mamosteyê ku ji kar hatiye kirin, welatiyê ku di bin çav de êşkence lê hatiye kirin, serî lê bide nemaye. Bi qasî ku em dibînin, weke 2016’an, 2017’an j îli ser beşê civakê yê dijber wê zext û zordarî were kirin, ji ber ku hê derbasî rejîma ku dixwazin ava bikin nebûne, lê di destê me de ye ku em bikarin rewşê berovajî bikin. Belê, dibe ku berdêla vê hebe, em werin girtin û bikevin girtîgehê lê em ê bikaribin vî taritiyê belawela bikin.

Di nav kevneşopiya çapemeniya muxalîf de, cihekî cuda yê TV û rojnameyan hebû. Bi derfetên pir kêm, bi fedakariyeke mezin weşana xwe didomandin, lê ew weşan jî hatin rawestandin. Di qonaxa berdest de ser rastiyan digirin. Mînak, komên ku Tirkiye piştevanî li wan dikir, li Sûriyê otobês şewitandin lê çapemeniya Tirk dibêjin, milîsên Şiî otobês şewitanin. Gelê Tirk yê ku mehkûmî yekrengiyê hatiye kirin, ji vê derewê bawer dike. Li dijî vê em, bi mebesta ku rastî werin dîtin, bi weşana xwe ya li ser înternetê hewl didin ku ji lêgrîna gel re bibin bersiv, lê hikûmet ji bo ku vê asteng bike her tiştî dike. Tirkiye çawa ku ewlehiya jiyanê nebe ewlehiya ku mirov xwe bigihîne agahiyê jî nemaye. Belê, dema ku mirov ji derve binere rewş dibe ku pir neçê xuya bike, lê bi qasî salên 90’î ne xirab e. Desthilatdarî çi qasî  hewl bide jî, îro nikare li ser her tiştî bigire. Mînak dema ku li deverekê êrîş çêdibe, vîdeoya yek kesê bihistyar jî dikare rojevê biguherîne. Em ne bêalternatîf in, divê em zorê li van rê û rêbazan bikin.
Ji bo vê sedemê em hevalên ku li 4 qenal û 7 radyoyan dixebitîn hatin cem hev û me platforma bi navê ‘’1 haber heye’ (‘’Nûçeyek heye’’) ava kir. Me ev platform bi wê mebestê vekir ku nûçeyek jî hebe divê em wê ji gel re ragihînin. Em weke nûçegihanên dijber, di ti şert û mercî de bi paş ve gav naavêjin; ji ber ku em bi paş ve gav bavêjin, wê tarîtî serdest bibe. Ji bo vê, dema ku ev tarîtî tê avakirin, em bi nûçeyekê jî be ji bo ku li dijî vê rawestin têdikoşin. Dibe ku em ji îmkanên teknîk ên berdest bêpar bimînin, lê ku hewce bike, em ê kuçe bi kuçe bigerin û rastiyan ji bo gel vebêjin.

ÇAPEMENIYA AZAD BÊYÎ KU LI ASTENGIYAN BIALIQE WÊ BO ÇOŞEKÊ BIHERIKE

Edîtorê Ajansa DÎHA’yê ya ku hatî mohkirin, Mehmet Alî Aktaş: Ji bo ku em êrîşa li ser çapemeniyê rast bixwînin divê em pêvajoya siyasî rast bixwînin. Ev pêvajo çawa û ji hêla kê ve tê birêvebirin? Desthilatdariya AKP’ê bi mebesta ku sîstema serektiyê û dîktatoriyê sazkar bike, astengiyên li pêş xwe yek bi yek radike. Astengiya herî girîng jî siyaseta demokratîk bû; ji ber ku li devera ku siyaseta demokratîk lê hebe, dîktatorî şîn nayê. Astengiya dî jî çapemeniya azad e ku rê li ber demokrasiyê vedike. Çapemeniya azad ji ber ku hemû rasitan bi gel re par ve dike û ji pirsên gel re dibe bersiv, li pêş dîktatoriya AKP’ê weke astengiyeke mezin dihate xuyakirin. Ji bo vê jî, bi mebesta ku çapemeniya azad bêdeng bike êrîş bi ser çapmeniyê de anî.

Berê nûçegihan binçav dikir, nebedî dikirin û dikuştin; lê dema ku dît rêbazên wiha nema bi kêr tên, vê carê sazî girtin, weşana înternetê birîn, dema ku dîtin ev jî bi kêr nayê, bi Rewşa Awarte re rêbazên taybet pêk anîn. Dema ku em di nav vê çarçoweyê de binirxînin, em dikarin hewldana darbeyê ya 15’ê Tîrmehê weke senaryoyekê binirxînin. Ev senaryo bi mebesta ku kirinên AKP’ê rewa nîşan bide, hate amadekirin. Bi Rewşa Awarte û BHQ’yan weke ku ya tê kirin hewcehiyek be nîşan dan û destûra ibngehîn, metnên hiqûqê binpê kirin. Tekana armanca li ser çapemeniyê ew e ku kesên ku weke wan nafikirin û yên ku rastiyên vedibêjin, bêdeng bikin. Li devereke wiha ku rastî nayê vegotin, nayên bihîstin, şaşîtî weke rastiyê têne fêhmkirin.

Bêguman çapemeniya girêdayî desthilatdariyê ya ku jê re alîgir tê gotin, di van êrîşan de bû xwedî erkeke mezin. Bi propagandaya AKP’ê û dewletê bû sedem ku têkoşîna heq, hiqûq û rastiyê neyê dîtin. Jixwe ji destpêkê ve li Tirkiyê du bizavên çapemiyê hene. Yek ji van kevneşopiya çapemeniya azad e, a dî jî çapemeniya alîgir e. Bi bêdengkirina çapemeniya azad re, tenê medyaya alîgir ma.

Ev bêdengî û bêçalakîtî nayê wê wateyê ku her tişt qediyaye. Niha her kes temaşe dike. Li bendê ne ku hikûmet di belaya xwe re derkeve, di vê belayê de naxwaze bibe xwedî berpirsyar. Ew roja ku teqîna mezin rû bide ne dûr e, ji ber ku her kes bi rastiyê dizne, lê ji ber sedema vê rewşa zextê nayîne ser zimên. Zexteke gellekî giran heye. Qadên ku mirov bikaribin çalakiyê bikin hemû hatin qedexekirin. Rûpelên ku nûçegihanan nûçe dinivîsin hatin girtin. Saziyên ku gel xwe pê birêxistin dikir hatin girtin. Îro tu ajansakê digirî, sibe li şûna wê wê 10 ajans, 20 TV werin vekirin. Nûçegihan li hundir, derve, dibistanê, li her deverê nûçegihan e.

Ev bêdengî weke çemekî ku pêşiya wê hatî girtin li benda herikandinê ye. Ewropa niha dibe ku bêdeng bike lê ji nêz ve pêvajoyê dişopîne û raporan girêdide. Dema ku mirov li dîrokê binere, ên ku dengê gel dibirin tim têk çûne, îro jî li dijî Kevneşoiya Çapemeniya Azad ku di teşta xwe hilnayê wê têk biçin.

LI DIJÎ ZEXTAN EM Ê ÎNSÎYATÎVA ÇAPEMENIYA AZADÎXWAZ AVA BIKIN

Hevserokê Komeya Nûçegihanên Azad ku hatî girtin, Hakki Boltan: Hemû êrîşên bi ser çapemeniyê de encama siyasetekê ye; dewlet bi mebesta ku polîtîkayên qirker ên bi ser Kurdan de neyê bihîstin û bi raya giştî ya dinyayê re neyê parvekirin, bi destê xwe êrîş anî û çapemeniya dijber bi temamî ji holê rakir.

Lê tişta ku ji bîr kirî ew e ku îro, weke berê wê nikaribe xebatên çapemeniyê sînordar bike. Belê, rast e, dibe ku bi teknîka girêdayî dewletê xebat têne birêvebirin- frêkans, înternet û hwd.- dewlet dema ku xwest dikare van nede, ya dayî jî dikare asteng bike. Ev jÎ taybetmendiyeke sereke ya rejîma dîktayê ye.

Bi BHQ’yên ku derxistine, em nema dikarin derkevin qadan û nûçegihaniyê bikin, ji ber ku kartên çapemeniyê nayên qebûlkirin. Tekana kartên çapemeniyê ew kart in ku destûra ji Serokwezîr standine. Em baş pê dizanin ku van kartan didin kê.
Kevneşopiya çapemeniya azad, heta niha bi zext û zordariyan hatiye, ev zext ji niha û şûn de jî wê dewam bike. Ji bo vê jî hewceyî bi xeyalan nîn e ku sibehî di nêz de wê rewşa welêt baş bibe.

Ji niha û şûn de tişta ku divê were kirin ew e ku rêxistineke çapemeniyê ya li ser esasê mirovî were birêxistin. Di nav vê çarçoweyê de ez dixwazim diyar bikim ku bi keda fizîkî ya bi dehan hevalên ku saziyên wan hatine girtin, em ê xebatekê organîze bikin û di nêzîk de em ê însîyatîva çapemeniyê ya li ser kevneşopiya çapemeniya azad ragihînin.