Dayikên Şemiyê di hefteya 614'an de dîsa li Qada Galatasarayê kom bûn û çalakiya "Kiryar diyar in, winda li ku ne" berdewam kirin. Dayikan di çalakiya xwe de çarikên sipê ku remza "Aştiyê" ye û qurnefilên sor danîn ser wêneyan û pankarta “Kiryar diyar in winda li kû ne" vekirin. Dîsa dowîzên ku wêneyên windayan lê ne rakirin. Di çalakiyê de Serokwekila Koma Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Fîlîz Kerestecîoglû û nivîskar Necmiye Alpay a di 30'ê Kanûnê de hat berdan, Parlamenterê CHP'ê Sezgîn Tanrikûlû û gelek kesên din amade bûn.
Di çalakiyê de destpêkê dayika Mûrat Yildiz ku di 23'ê Sibata 1995’an de hat windakirin Hanîfe Yildiz axivî. Yildiz got, "Em 21 sal in li vir çi dikin? Bi salan e em li edaletê digerin, lê hê me deng û awazên xwe negîhandiye Tirkiyeyê. Me dengê xwe gîhand hemû cîhanê, lê me negihand Tirkiyeyê. Hûn dengê me mabihîzin û hûn me nabînin. Ma hûn mirovên ku we windakirine jî nabînin?"
Yildiz dayika şemiyê Fatma Morsumbul ku ji bo kurê xwe yê winda têdikoşiya û gotibû; "Bila hestiyekî kurê min ê winda bidin min, ez ê emrê xwe bidin wan' bibîr anî û wiha got: "Morsumbul dema li kurê xwe yê winda digeriya jiyana xwe ji dest da. Li Tirkiye dayikên ku negirîn û dilê wan bi êş nemane. Berpirsiyarê hemû leşker, polîs û gerîllayên jiyana xwe ji dest dide rêveberên dewletê ne."
'EM Ê LÊGERÎNA XWE HER BERDEWAM BIKIN'
Hevsera Fehmî Tosun ê di 19'ê Cotmeha 1995’an de di bin çavan de hat windakirin Hanim Tosun jî anî ziman ku bi salan in li windayan digerin û êdî dixwazin winda bên dîtin. Tosun, bal kişand ser Dayikên Şemiyê Asiye Karakoç û Fatma Morsumbul yên jiyana xwe ji dest dan û wiha got: "Me û Morsumbul bi hevre têkoşîna windayan dida. Li vê qadê ez û dayika Fatma bi hevre hatin binçavkirin. Em rastî lêdanê hatin. Lê dayika Fatma dest ji têkoşînê û lêgerîna mafan berneda."
'TÊKOŞÎNA WÊ TÊKOŞÎNA ME YE'
Birayê Cemîl Kirbayir ê di serdema darbeya 12'ê Îlonê de di bin çavan de hat windakirin Mikaîl Kirbayir jî dayika Morsumbul bibîr anî û wiha got: "Dema xatir xwest û çû berpirsiyarî da ser milê me û çû. Têkoşîna wê têkoşîna me ye. Di sala 2016'an de avahî hatin bombekirin, mirov di jêrzemînan de hatin şewitandin. Li erdê hatin kaşkirin. Salek pir xerab derbas bû. Em dibêjin bila çûna te hebe vegera te tune be. Em dixwazin carek din sala 2016'an neyê jiyîn.
Birayê Hasan Ocak Hasan Alî Ocak, jî diyar kir ku dayikek din a şemiyê jiyana xwe ji dest da û ewê têkoşîna xwe berdewam bikin.
TANRIKÛLÛ: NELET LI DÎROKA BI VÎ AWARYÎ BÊ!
Parlamenterê CHP'ê Sezgîn Tanrikûlû jî diyar kir ku dayik zarokên xwe nabînin û diçin û wiha got: "Di sala 2016'an de gelek kes hatin kuştin. Em hêvî dikin ku sala 2017’an mirin çêne be. Em wê sala 2017'an van mirinan bibîr bînin. Nelet li vê dîroka ku mirin têde hebe bê.
KERESTECÎOGLÛ: EM Ê RONAHIYÊ BIBÎNIN
Parlamentera HDP'ê ya Stenbolê û Serokwekîla Koma HDP'ê Fîlîz Kerestecîoglû miqabilî gotina dayikan a “Dengê me nabihîzin" got: “Yên bûn sedema ku em li vê qadê ne, kesên ku bûn sedema kuştin û windayan in. Ev kes dengê me dibihîzin. Sala 2016'an wekî tunelek tarî ye. Em wê di sala 2017'an de bi têkoşîna hevpar biçin dawiya tunelê û ronahiyê bibînin. Em wê ji nivîsandina rastiyan, têkoşîna rastiyê gavan paşve navêjin."
'WINDAKIRINA DI BINÊ ÇAVAN DE DEWAM DIKE'
Herî dawî li ser navê Dayikên Şemiyê Sebla Arcan daxuyanî xwend û wiha got: "Li Tirkiye îro ne demokrasî, krîza binpêkirina mafan, hiqûqê heye. Em hêvî dikin ku di vê sala nû de hiqûq, demokrasî û mafên mirovan serdest be. Welat ne bi xwîn û can, bi azadiya mafên mirovan welat e. Li gorî rapora ÎHD'ê, 3 kes hati windakirin. Li Şirnexê Hûrşît Kulter, li Enqereyê Mujgan Ekin û li Amedê Taşkin Yasak hatin windakirin û hatin dîtin. Agahiya ku bi saxî hatin dîtin em kêfxweş kirin. Ev nîşan dide ku windayên di binê çavan de dewam dike."
Arcan herî dawî got wê di sala 2017'an de li dijî windayan têkoşîna xwe berdewam bikin.