Emaneta Apê Mûsa: Azadiya Welat
Azadiya Welat çîroka têkoşînê ya 20 salan ku bi dirûşma ‘’Roj li Welat Hiltê’’ dest pê kirî, emaneta Apê Mûsa û hevalên wî, berhema kevneşopiya ku Rohat bi jiyana xwe parastiye, dibistana gelê Kurd e.
Azadiya Welat çîroka têkoşînê ya 20 salan ku bi dirûşma ‘’Roj li Welat Hiltê’’ dest pê kirî, emaneta Apê Mûsa û hevalên wî, berhema kevneşopiya ku Rohat bi jiyana xwe parastiye, dibistana gelê Kurd e.
Rojnameya Azadiya Welat ku li ser kevneşopiya çapemeniya azad a bi keda Apê Mûsa, Feqî Huseyîn Sagniç û Zubeyir Aydar ava bûyî, bi dîrektoriya Mehmez Gemsîz û Mudîriya Karê Nivîsê ya Duzgun Denîz sala 1996’an dest bi weşana xwe kir.
Rojnameya Azadiya Welat ku li pey şopa rojnameyên Welat û Welatê Me diçû, ku ev rojnameyan ji rastiyan nedihatin xwarê, bû rojnameya Kurdî ya herî temendirêj a li Kurdistanê û Tirkiyê. Rojnameya ku ji 1996’an heta bi 2006’an heftane weşana xwe dikir (554 hijmar), 15’ê Tebaxa 2006’an bi manşêta ‘’Çavê We RonÎ’’, êdî dest bi weşana xwe ya bi rojane kir.
Rojnameya Azadiya welat ku ji polîtîkayê bigirin ta bi hunerê, ji hunerê ta bi jinê, li ser mijarên Tirkiyê, Rojhilata Navîn û gelek mijaran nivîs belav kirî, navenda xwe ya Stenbolê ku 7 salê li wir bû, 2003’an anî dilê Kurdistanê, Amedê.
Têkildarî Azadiya Welat û xebatkarên ku ji ber sedema ziman û wêneyên ku bi kar dianî tim ji dewleta Tirk re dibû hedef, bi sedan doz hatin vekirin. Piştî ku Midûrê Karê Nivîsê yê pêşî Denîz Duzgun ji ber sedema çewisandinê ji welêt derket, Salihê Kevirbirî bû berpirsê karê nivîsê yê rojnameyê. Kevirbirî ku ji ber sedema karê xwe gelek caran hatî binçavkirin û derket pêşberî dadger, ji ber kar û barê nûçegihaniyê hate girtin û ew xistin girtîgehê.
Di 3 mehê pêşî de, dema ku rojname bi pêşengiya Tayyîp Temel derdiket, bi hinceta ku ‘bi zimanekî nenas’ propagandaya PKK’ê dike, 20 doz lê hate vekirin, ji 2 dozan 4 sal û 3 meh ciza li Midûrê Karê Nivîsê Hamdullah Yilmaz birîn.
Piştî Yilmaz Vedat Kurşun bû Xwediyê Îmtiyazê û Midûrê Karê Nivîsê. Kurşun ji ber sedema nivîsên wî yên di rojnameyê de dadgehên xwecih peşî 166 sal û 6 meh ciza lê birîn, pİştre cizayî wî anîn 10 sal û 6 mehan.
Piştî Vedat Kurşun bi dorê Emîn Demîr, Mustafa Akgul, Ozan Kilinç, Nedîm Karadenîz, Rûken Demîr, Engîn Pamûk, Ismaîl Çoban, Rohat Aktaş bûne midûrê karê nivîsan.
Li hêlêkê hem bi dehan nûçegihan dihatin girtin û li hêla dî zexta li ser nûçegihanan zêdetir dibû û bû heta bi kuştinê.
3’ê Nîsanê belavkarê rojnameya Azadiya Welat saet piştî 14.00’an piştî ku ji taxê qut bû nema deng jê hat û roja dî li taxa Hadirlî ve bi dareke porteqanan ve daliqandî hate dîtin.
14’ê Cotmeha 2014’an belavkarê Azadiya Welat Kadrî Bagdû ji hêla kesên rûyên wan girtî ve û bi motsîklêtê hate revandin û kuştin.
Dîsa li Kurdistanê, dema berxwedana Xwerêveberiyê, Midûrê Karê Nivîsê Rohat Aktaş li jêrzemîna Cizîrê, 23’yê Çile bi guleya topê birîndar bû, 6’ê Sibatê têkilî pê re hate danîn, lê li gel hemû hewldanan û bangan jî li gel wan kesên ku li jêrzemînê asê mayî, jiyana xwe ji dest da.
Êrîşên bi ser kedkarên çapemeniya azad de ku di dema berxwedana xwerêveberiyê de têkçûna desthilatdariya AKP’ê gav bi gav dişopandin, piştî 15’ê Tîrmehê, hewldana darbeyê zêdetir bûn. Bi ragihandina Rewşa Awarte, li Tirkiyê ku êdî rêveberiya bi Biryarnameya Di Hikmê Qanûnan de (BHQ) dest pê kiribû, hiqûq hate hilandin û bi ser çapemeniya dijber de zext hate destpêkirin. Di nav çarçoweya van zextan de, bi BHQ’yên 675 û 676’an ku 29’ê Cotmehê hatin weşandin, saziyên çapemeniya azad, ku Azadiya Welat jî di nav wan de bû, hatin girtin.
Hêzên dewletê ku wextê xwe vala nehiştin, 30’ê Cotmehê, li Baxalê bi ser buroya navendî ya ronameyê de girt. Piştî ku tîmên malîyeyê girtekên xwe amade kirin, derî mohr kirin.
Sibe: Nûçegihanên mûxalîf, azadî û êrîşên bi ser çapemeniyê de nirxandin