Komîteya Rêveber a Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan (TŞYG) sala nû li gelan pîroz kir û bi vê wesîleyê hemû şehîdên şoreşê, têkoşîna sosyalîzm û demokrasiyê bibîr anî.
Di daxuyaniyê de hêza gerîla hate silavkirin ku bi mezinkirina berxwedanê re pêşî li têkoşînê vekir.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin, hevkarê emperyalîzmê dewleta Tirk û hikûmeta AKP'ê, di sala 2016'an de rijandina xwîn û rondikan û mirin li ser gelan ferz kiriye û hat destnîşankirin, ku çeteya AKP/Erdogan bi koalîsyona MHP'ê û desteka CHP'ê re li dijî gelên kurdistan û Tirkiyeyê şerekî topyekûn ragihandiye.
TŞYG'ê dagirkeriya xaka Sûriyeyê ji aliyê dewleta Tirk ve bibîr xist û wiha dewam kir: "Faşîzma AKP'ê ji aliyekî ve planên dagirkirina Rojava dixe meriyetê, li aliyê din jî planan dike ku li Şengal û Herêmên Parastinê yên Medyayê komkujiyên nû bike. Bi kurtasî, faşîzma AKP'ê ya ku li Nisêbîn, Cizîr, Sûr û hemû bajar û bajarokên Bakurê Kurdistanê terora faşîst meşand, di sala nû de dixwaze gelên me bixe nava şerekî bê dawî."
'ERDOGAN/AKP PÊLEKE TOPYEKÛN A ÊRÎŞÊ BI RÊXISTIN DIKE'
Di dewama daxuyaniyê de êrîşên li dijî saziyên demokratîk, operasyonên qirkirina siyasî, girtina Hevserok û parlamenterên HDP'ê, desteserkirina bi dehan Şaredariyan bi rêya qeyûm û girtina hevşaredaran hat bibîrxistin û hat gotin, "Ev yek jî nîşan dide ku çeteya Erdogan û faşîzma AKP'ê pêleke êrîşê ya topyekûn birêxistin dike. Bi hêzên xwe yên paramîlîter re hewl dide kolanan teslîm bigire.
TŞYG'ê da zanîn, ku bi sed hezaran karkerên cemaweriyê ji kar hatine kirin, ji bo şerê hundirîn û derve di asteke gelekî bilind de budçte tê veteqandin û kuştin, destavêtin û destdirêjiya li jinan bi rêya dewlet û AKP'ê tên rewakirin.
Komîteya Rêveber a TŞYG'ê diyar kir, faşîzma AKP'ê dijminatî û êrîşên li dijî hêzên şoreşger-demokrat, bawermendan, destketiyên demokratîk ên neteweya Kurd, civakên neteweyî yên bindest, kedkar, karker, jin, ciwan û hemû hêzên civakê sor dike.
'HAT NÎŞANDAN KU GEL BÊ ÇARE Û BÊ ALTERNATÎF NÎNE'
Di dewama daxuyaniyê de hat ragihandin, ku li dijî hemû êrîşên di sala 2016'an de hatin kirin, Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan û gelan ragihandin, ku ew bê alternatîf nînin.
TŞYG'ê destnîşan kir, li dijî êrîş, zext û operasyonên faşîzmê berxwdan hat mezinkirin û got, "Bi çalakiyên hatin lidarxistin, berdêl û keda hate dayîn re hat nîşandan, ku gelên me bêçare û bêalternatîf nînin. TŞYG bûye alternatîfa rasteqîn a gelên me. Ev meş wê bênavber û biryardarî bidome."
Di daxuyaniyê de hemû hêzên di sala 2016'an de li dijî faşîzma AKP'ê li ber xwe dan hatin silavkirin û bang li wan hat kirin, ku tevlî nava meşa berxwedan û yekîtiya şoreşgerî ya TŞYG'ê bibin û yekîtiya şoreşgerî xurtir bikin.
'DIVÊ SALA 2017'AN BIBE SALA TÊKOŞÎN Û SERKETINÊ'
Her wiha bang li hêzên demokratîk, jin, ciwan, rêxistinên kedê, saziyên antî faşîst û gelan hat kirin ku li dijî faşîzmê bibin yek û hesab ji faşîzma TC û AKP'ê bipirsin.
Komîteya Rêveber a TYŞG'ê destnîşan kir, ku dîroka gelên Kurdistan û Tirkiyeyê di destê wan de ye û got, "Divê sala 2017'an bibe sala têkoşîn û serketinê. Em bang li kedkar, civaka me ya Elewî, nasnameyên bindest, jin, ciwan, neteweya Kurd û hemû bindestan dikin ku li dijî faşîzmê bibin yek, li çiyê bi gerîla, li bajaran jî bi 'Hêzên Berxwedanê yên Yekbûyî' re hesab ji faşîzmê bipirsin."