Yuksekdag û Demîrtaş peyama sersalê şandin

Yuksekdag û Demîrtaş peyama sersalê şandin û gotin, ‘’2017’an her roj em ê nû bihilin û bimeşin, jiyan û rasteqînî wê li girtîgehan nesekine’’

Hevserokên HDP’ê yên girtî Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş peyama sersala nû dan.

Mesaja hevserokan wiha ye:

‘’2016’an dilê me êşiya. Em saleke bi kul û kovan, girî û mirin lê bi berxwedanê tije li pey xwe dihêlin.

Heke li van xakan hê jî xwîn û hêstir diherike, ev tê wê wateyê ku hişmendiya siyasî ya serwer û atmosfer hê neguheriye. Lê tiştekî dî jî heye ku hê neguherî ye; hêviya ku têkoşîna aştî, wekhevî, dadmendî û demokrasî bi xwe re tîne.

Neyênîyên ku em dijîn divê li pêş hêviya men ebe asteng. Em vê sala nû li girtîgehê pêşwazî dikin. Dibe ku em li koxuşên xwe bi tenê bin lê sersala me ya herî şên e. Ji ber ku em dizanin, dilê bi milyonan kes bi me re ye.

Em dizanin ku li pêş me rojên xweş hene. Ji bo ku 2017 bibe sala hêzên demokrasî, aştî, ked, azadî û wekheviyê bibin yek; ji bo gel bibin daxwazkarên dadmendiyê em ê têbikoşin. 2017’an her roj em ê bihilin û bimeşin, jiyan û rasteqînî w êli girtîgehan nesekinin.

Em hêvî dikin ku 2017 ji bo hemû gel, bawerî, kedkar, çewisandî, malnişîbûyiyan, jinan û ciwanan bibe saleke tije ya serkeftî û destketiyên civakî pêk hatine. Ji bo saaleke aram, aştî lê serwer û bikaribin jiyanê pîroz bikin, em we hemûyan ib hurmet, hezkirinê slav dikin.’’