Tûncel: Em çalaktir têbikoşin

Hevseroka Giştî ya DBP'ê Tûncel got, "Di serdema pêş me de divê têkoşîna siyasî hê bi çalak bê dayin."

Hevseroka Giştî ya DBP’ê Sebatat Tûncel, ji Girtîgeha Silîvrî Tîpa F peyama sersalê weşand.

Mesaja Tûncel wiha ye:

"Bindest, kedkar, jin û karkarên ku 2016’an têkoşîna demokrasî û azadiyê dan, bû armanca zext û zordariya dewletê. Aqilê dewletê bi taybetî ji bo pêşî li têkoşîna azadî, wekhevî, aştiyê ya gelê Kurdistanê bigire, polîtîkaya zilmê da sazkirin ku di dîrokê de mirov nikare hevşibê wan bibîne. Derfetên muzakere û aştiyê ji holê rakir û şer ji xwe re kir hedef. Me kavilkirina bajarên xwe, operasyonên li ser HDP’ê û partiya me de, desteserkirina şaredariyan û girtina hevserokan em bi hev re jiyan û em bi hev re dijîn. Ev êrîş ne serketina dewletê lê berevajî vê têkçûna wê û neçarbûna wê nîşan dide.

Meseleya Kurd ne meseleya ewlekariyê ye, meseleyeke siyasî ye û tenê bi rêbazên siyasî dikare were çareserkirin. Berevajî vê hemû ceribandin tenê wê pêvajoyê dirêj bikin. Ji bo vê jî serdema pêş me têkoşîna siyasî divê bêhtir were çalakkirin. Di nav vê çarçoweyê de berpirsyariyeke girîng dikeve ser partiya me. 2017 berpirsyariya geşkirina têkoşînê li gelên me, jinan, çewisandiyan, çîna karker, têkoşerên ekolojiyê bar dike. Bi vê wesîleyê ez sersala gelê me pîroz dikim.

Slav û hezkirinê xwe ji her kesî re dişînim."