Dema girtina li binê çavan a rojnamevanan heta 24'ê Çileyê hate dirêjkirin

Dema girtina li binê çavan a rojnamevanên binçavkirî Okatan, Ogreten, Kanaat, Çelîk, Saygin û Yoksû heta 24'ê Çileyê hate dirêjkirin.

Rojnamevan Derya Okatan, Tûnca Ogreten, Mahîr Kanaat, Omer Çelîk, Eray Saygin û Metîn Yoksû ên 6 roj in bi rengekî nehiqûqî di binê çavan de ne, dema wan a girtina li binê çavan heta 24'ê Çileya 2017'an hate dirêjkirin.

Parêzerê rojnamevanên li Şaxê Organîze ya Emniyeta Stenbolê tên girtin Ozcan Kiliç got, rewşa rojnamevanan baş e. Parêzer Kiliç diyar kir, têkildarî rojnamevanan dosyayek hê nîne û li dijî vê binçavkirina bi kêfî Midûra Karê Nivîsan a ETHA'yê Derya Okatan ketiyet greva birçîbûnê.

'DELÎL NÎNE, DOSYA NÎNE'

Parêzer Kiliç ji ANF'ê re axvî û anî ziman, ji bilî nûçeyên ne rast û bêbingeh ên li rojnameya Sabahê hatin weşandin, ti dosyayek li dijî rojnamevanan hatiye amadekirin nîne.