Komale û navendên hunerê hatin mohkirin

Li Dersîmê komale û li Îzmîrê jî navendên hunerê hatin girtin û mohrkirin.

Polîsên Tirk bi ser hin komaleyên Dersîmê de girtin. Komaleya Çand Huner û Piştevaniyê ya Xozatê ya li navçeya Xozatê hat mohrkirin. Komaleya Mafên Demokratîk a Dersîm Mûnzûrê jî ji hêla gelek polîs û memûran hat dorpêçkirin û dûvre hat mohrkirin û girtin.

Her wiha, li navçeya Pilûrê jî banga li rayedarên Komaleya Çandê ya Pilûrê hat kirin ku werin komaleyê.

ÎZMÎR

Li Îzmîrê Navenda Hunerê ya Ayişigi û Yenikapi hatin mohrkirin. Polîsên ku çûn navçeya Alsancakê, Şanoya Yenikapiyê Navenda Çandê ya Metin Altiokê alav û amûr jimartin û piştî jimartinê sazî mohr kirin. Polîsên ku çûn Navenda Hunerê ya Ayişigi ya Konakê jî jimartin kirin û mohr li derî xistin.