Dibe ku Cengîz Oktay ê girtî kor bibe!

Komîsyona Nexweşxanyan a Şaxê ÎHD'ê ya Stenbolê, ji bo balê bikişînin ser rewaş girtiyên nexweş li Qada Galatasarayê çalakiya Rûniştinê ya 249'emîn a F li dar xist.

Di çalakiyê de ku Necmiye Alpay jî beşdar bû, rewşa nexweşê girtî Cengîz Oktay ê kû dibe kor bibe hate vegotin.

Endamên Komîsyona Nexweşxaneyê ya Şaxê ÎHD'ê ya Stenbolê ku li Qada Galatasarayê kom bûn, di çalakiya Rûniştinê ya F a dawî ya sala 2016'an de bal kişand ser rewşa Cengîz Oktay ê nexweş e. Zimanzan û Nivîskar Necmiye Alpay a ku nû ji girtîgehê hate berdan beşdarî çalakiyê bibû. Her wiha di çalakiyê de pankartên mîna "Divê bi lezgînî Cengîz Oktay bê berdan", "Nexweşên girtî bi lezgînî berdin" û wêneyên kesên nexweş hatibûn hilgirtin û dirûşmên "Cengîz Oktay bila bi lezgînî bê berdan", "Tecrîd dikûje, piştgirî dide jiyîn","Mirov bi mafê xwe mirov e" û "Rûmeta mirovahiyê wê êşkenceyê têk bibe" hatin qîrkirin. Destpêkê Mîne Nazarî axifî. Nazarî bibîr xist ku sala 2016'an di nava zilm û zordariyekî pir mezin de derbas bû, hemû navçeyên Kurdistanê bi erdêre kirin yek, akademîsyen, rojnamevan û siyasetmendarên ku aştî xwestin hatin girtin. Nazarî, hêvî kir ku sala 2017'an bibe sala maf, azadî û aştiyê.

OKTAY HATE VEGOTIN

Vê hefteyê Tuncay Yîgît daxuyanî xwend. Yîgît diyar kir ku Oktay ê ji çavê xwe nexweş, nayê dermankirin. Yîgît nameya Oktay a ji bo ÎHD'ê şandî xwend. Yîgît peyama Oktay parvekir: " Ev 3 sal in ez li girtîgehê me. Ji ber qezayekî ku berê 20 salan di çavê min de problemek derketibû. Di çavê min de pirsgirêkên cidî derket. Dermankirina silîkon hate kirin. Dermankirina min direng dikeve, dixtorê li wir ji min re got: 'Ez bixwazim dikarim çavê te derman nekim.' Di çavê min de nexweşî zêde bûye. Eger ku neyê dermankirin di çavê min yê çepê de wê bi rêjeyek zêde korî derkeve pêş."

Yîgît, îşaret bi wê yekê da ku eger silîkonên di çavê Oktay de neyê derxistin wê kor bibe.

'DERMANKIRINA SÎBEL ÇARPRAZ NE MIMKÛNE DI GIRTÎGEHÊ DE PÊK WERE'

Necmiye Alpay a ku nû ji Girtîgeha Sergirtî ya Jinan a Bakirkoyê hate berdan, diyar kir ku di nava girtîgehê de şahidî ji rewşa girtiyên nexweş re kiriye. Alpay destnîşan kir ku Sîbel Çapraz a li qaqîşa kêleka wan bû ne mimkûne ku dermankirin wê li nava girtîgehê de çareser bibe. Her wiha Alpay bal kişan se rrewşa Sureyya Bûlût a girtî jî. Alpay diyar kir ku Bûlût li qaqîşa li nêzîkî qawîşa girtiyên edlîde dima û her rojê êrîşên destdirêjiyê li ser tê meşandin.

Piştî axaftinan parêzvanên mafê mirovan ji bo giriyan kart şandin.